Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duhî, pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist û tê de plana karê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya sê mehên bê nirxand.
Planê bêhtir bal kişand ser pênc xalên bingehîn: Dosyaya penaberên Sûrî, bi taybetî yên li Libnanê ku rastî kiryarên dervî yasayê tên û hewlên vegerandina bi darê zorê dijî wan tên dan, dosya siyasî ji bo tekezkirina li ser aktîvkirina proseya siyasî û bicîanîna biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê, û dosya piştgiriya mirovî û alîkariyê bi armanca ku daxwazê ji welatan bikin ji bo bicîanîna pabendiyên xwe, her weha behsa Sindoqa Qerzdanê û dosya dadpirsîn û hesabxwestinê kirin.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmecîd Berekat di civînê de behsa kêmbûna alîkariyên hawarçûnê ji ser navçeyên rizgarkirî û bandora wê ya berçav li ser gelek serktoran bi taybetî ya tenduristiyê kir.
Beşdaran rewşa penaberên Sûrî yên ku li Lîbyayê asê mane gotûbêj kirin, nemaze piştî raporên vê dawiyê yên girtin û îşkencekirinê, û hîlebaziyên ku li dijî wan tên bikaranîn di dema hewildanên wan de ku xwe bigihînin welatekî Yekîtiya Ewropî.
Serokê encûmena parêzgeha Deraa Ismet El-Ebsî di gotûbêjê de beşdar bû, û şiroveyek derbarê rewşa penaberên sûrî li wê derê pêşkêş kir, û endamên desteyê hejmarek çare ji bo xebata çareseriyê pêşniyar kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî