Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra tekez kir ku yek ji binpêkirinên herî giran ên ji aliyê hêzên Esed ve li dijî sivîlan li bakurê Sûriyê pêk tên, bikaranîna berfereh ji firokeyên xwekujî re ye, û tekez kir ku ew rojane sivîlan dikujin û mal û milkên wan wêran dikin.
Di heyama dawî de hêzên Esed û alîgirên wî ew çek li dijî sivîlan li deverên rizgarkirî yên ku mêvandariya bi sed hezarên derbideran dikin bikar tîne, ku roja pêncşema borî, bajarokê Abzîmo li gundewarê rojavayê Helebê bi 8 êrîşên wan balafirên xwekujî hat armanckirin, di encamê de 4 zarok û 2 zilam birîndar bûn.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku ev çek gefê li ser aramiyê û jiyana sivîlan peyda dike û dibe sedema koçberbûna dubare di dema rewşa mirovî ya têkçûyî de.
El-Behra hişyarî da ku heger li ser asta navdewletî û siyasî giringîya tê xwestin bi dosya Sûriyê neyê dan, dê rewşa rizgarbûna rijêma Esed ji sizayê mukum bibe û dê ev yek wê han bide li ser berdewamkirina tawanan.
El-Behra pêwîst dît ku cîhan bizane ku ev rêjîm bi piştevaniya hevkarên xwe di binpêkirin û tawanên giran li dijî sivîlan de berdewam e, ku dibe sedema koçberbûna gelek caran ji Sûriyê û çûna bo derveyî Sûriyê ji bo parastina jiyan û ewlehiya xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî