Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyarî da ji çêbûna karesateke mirovî ya nêzîk ji ber kêmbûna berdewam a alîkariyên mirovî, û kêmbûna rêjeya bicîanîna welatan ji sozên xwe re, û zêdebûna hejmara derbiderên ber bi deverên rizgarkirî ve, nemaze bi nêzîkbûna zivistanê re, û ji civaka navneteweyî xwest ku bihêle dewlet bi lez sozên xwe bi cih bînin û bêtir alîkariyan pêşkêş bikin ji ber ku rêjeya xizanî û birçîbûnê digihîje asta xwe ya herî bilind.
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehma, got ku hejmareke mezin ji kampên awareyên Sûriyê pêwîstiya wan bi çaksazkirinê heye û ew nikarin xwe li ber şap û bahozan bigirin, her weha got ku weke her sal, helmetên gurkitina leşkerî ya vê dawiyê ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê ve li dijî deverên rizgarkirî, hiştin derbiderbûna ber bi navçeyên rizgarkirî de zêde bibe, û ev yek êş û azarên xelkê mezintir dike, û erkin mezintir datîne ser milê Netewên Yekgirtî û saziyên wê.
Rehma bal kişand ser wê yekê ku serdanîna Netewên Yekgirtî ji keysbaziyên siyasî yên rêjîmê re û pejirandina wê ji siyasîkirina dosya mirovî re bi rêya girêdana derbasbûna alîkariyên mirovî bo navçeyên rizgarkirî bi erêkirina rêjîmê ve, tê wateya qebûlkirina wê ji hiştina jiyana bi milyonan Sûrî wek giraw û rehîne di destê rêjîmê de, û piştgirî ye ji rêjîmê re ji bo berdewamkirina têkdana proseya siyasî li Sûriyê.
Rehma ji civaka navdewletî xwest ku bi lezgînî ji bo dabînkirina pêdiviyên zivistanê tevbigere û li benda rûdana karesatê nemîne, û bal kişand ser girîngiya dîtina mekanîzmayeke guncaw ku rê li siyasîkirina mijarên mirovî bigire û piştrast bike ku alîkariyên mirovî bigihêjin kesên bi rastî hewcedar in bê cudahî.
Rehma tekez kir ku nabe dosyaya mirovî bibe dosyayeke danûstandinan ji ber ku ew têkildarî jiyana bi milyonan jin û mêrên Sûriyê ye, û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina sedeman berî encam çêbibin ji bo gihiştina çareseriyeke berdewam kir.
Rehma destnîşan kir ku dosyaya Sûriyê hewcedarî piştgiriya pêvajoya siyasî bi awayekî xurt û bicîanîna biryara 2254 (2015) ya Encumena Ewlekariyê bi temamî ye, û ev yek dibe alîkar ji bo peydabûna çareseriyeke domdar ji krîza mirovî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî