Saturday, May 24, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstandinan civîna xwe ya asayî li Cinêvê lidar dixe û kêşeyên pêvajoya siyasî dinirxîne

November 18, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Danûstandinan civîna xwe ya asayî li Cinêvê lidar dixe û kêşeyên pêvajoya siyasî dinirxîne

Desteya Danûstandinan a Sûriyê duh yekşemê bi amadebûna hemû pêkhateyan civîna xwe ya asayî li bajarê Cinêvê lidar xist, têde pêşhatên dawî yên girêdayî pirsa Sûriyê û piroseya siyasî û helwêstên welatan piştî pêşketin û pevçûnên li rojhilata Navîn bi taybetî û guhertinên ser asta navneteweyî çêdibin bi giştî gotûbêj kirin.

Di destpêka civînê de, Serokê Desteyê Bedir Cemûs agahiyên berfireh pêşkêş kirin, û pêşhatên dawî yên girêdayî proseya siyasî, hewildanên siyasî û dîplomatîk ên Desteya Danûstandinan a Sûriyê di dema dawî de nirxandin. Û behsa encamên civînên berfireh ên serkirdayetiya Desteyê bi dîplomat, siyasetmedar û nûnerên welatan re li Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê her weha Nûnerên welatên Ewropî û dîplomatên li Brukselê, û hevdîtinên bi nûnerên welatên erebî re kirine kir, her weha hevdîtinên serkirdayetiya Desteyê li New Yorkê ligel welatên endamên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, yên ku hebûna Desteyê di forumên navneteweyî de xurt kir.

Cemûs behsa kêşe û zehmetiyên ku pirsgirêka Sûriyê di vê dema niha de tê re derbas dibe kir, di  dema zêdebûna aloziya li herêmê, bandora êrîşên Israîla dagirker li ser Xezze û Libnanê, û berfirehbûna wê ber bi Sûriyê di heyama dawî de kir, û neguhêriya helwêsta Komisyonê li ser çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî, û pêwîstiya cîbicîkirina tam ji biryara 2254 re bi awayekî tam, û deste dev ji pêvajoya Cinêvê û biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê bernade, di nav de biryarên Encûmena Ewlekariyê, 2118 û 2254 û pabendbûna bi çareseriya siyasî ya ku dibe sedema guhertinên siyasî yên berfereh li Sûriyê, li gorî rêjeya qurbaniyên Sûriyê di çardeh salên borî de ye.

Û amaje bi civînên berfereh ên desteyê bi komên civaka sivîl ên Sûriyê re li deverên curbicur ên cîhanê kir, ku ji aliyê Desteyê û hevkarên wê ve li Berlîn, Stenbol, Hewlêr, Cinêv, Brûksel û paytextên din hatin organîzekirin, û bal kişand ser girîngiya danûstandin û beşdariya ligel her aliyan wek sendîkayên pîşeyî, yekîtî, rêxistinên civaka sivîl, çalakiyên gelêrî, hêzên şoreşger, ciwan û jinan, guhdana Desteyê bi pêşxistina hevkariyê û sûdewergirtina ji ezmûnên hemû aliyan û pêşwazîkirina hemû pêşniyar û ramanên ku bikarin xizmeta piroseya siyasî bikin.

Endaman bi berfirehî kêşe û derfetên navdewletî û herêmî gotûbêj kirinin, û analîzên kêşeyan li ser astên herêmî û navdewletî, û derfetên hevkariyê di navbera aliyên cuda de, çi li ser astê navdewletî û çi li ser asta herêmî û civaka sivîl û partiyên siyasî û hêzên siyasî û sendîkayî be pêşkêş kirin.

Her wiha endaman kar û xebatên nivîsgeha yasayî di komîsyonê de nirxandin, û xebatên ku dike di warê xurtkirina giringiya dadwerî û hesabxwestinê, destpêkirina dozên dadgehkirinê li ser asta Ewropî li dijî kesên ku binpêkirin dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, û piştgiriya penaberan çi li Libnanê be yan ên jê reviyane be, yan jî penaberên sûrî li welatên cîran bin, û têkiliya bi aliyên pêwendîdar re ji bo baştirkirina rewşa wan û dabînkirina alîkariyên mirovî yên pêwîst da garantiya jiyaneke baş ji wan re peyda bikin, her weha karê Komîteya Girtiyan û xebatên wê yên di warê azadkirina wan de  û naskirina çarenivîsa windayan û asta hevkariya di navbera wan û rêxistinên navneteweyî yên bi vî warî re têkildar in gotûbêj kirin.

Ev civîna asayî ya Desteya Danûstandinan hevdem bû ligel civîneke desteyê ligel nûnerên civaka sivîl a Sûriyê li Cinêvê, tê de gelek mijarên girêdayî pirsa Sûriyê gotûbêj kirin, bi taybetî dosyayên penaberan, jîngeha ewle û bêalî, perwerde, madeyên hişbir, dadpirsîn û hesabxwestin, sizdan, hilbijartinên Amerîkî, û avabûna zû.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: civîna asayîDesteya Danûstandinan
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hikûmeta Sûrî ya Demkî komxebatekê li ser hikimranî û rêveberiya xwecihî organîze dike

Hikûmeta Sûrî ya Demkî komxebatekê li ser hikimranî û rêveberiya xwecihî organîze dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.