Wezareta Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetguzariyan di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de, bi hevkariya platforma mafnasî ku Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê nûnertiya wê dike, û amadebûna Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, li Gazîentaba Tirkyê, komxebatek li ser rêkarên rêxistinên ku guhdanê bi hikumranî û rêveberiya xwecihî dikin, organîze kir.
Alîkarê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetguzariyan Ebdulxenî Şobak beşdarî di komxebatê de kir, bi amadebûna endamên komîtê û beşdarbûna nûnerên rêxistinên pêwendîdar bi hikumraniyê bi nûnertiya Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê, Yekîneya Piştgiriya Seqamgiriyê, Pêşkeftina Herêmî û Piştgiriya Projeyên Piçûk, Pêşxistina Xwecihî, Yekîneya Encûmenên Xwecihî, Midmar, Sakak, Kombenda Hiqûqnasên Sûrî yên Azad, Bijîjk, Parêzerên Mafên Mirovan, Rojnamegerên Mafên Mirovan, Tîma Hêviya Sûriyê, Yekîneya Piştevanî û bikarînkirina Jinan, Navenda Pêşketina Rêveberî û Navenda Hoz ya Civakî.
Di komxebatê de guhertinên pêşniyarkirî hatin nirxandin, û kesên amade li nerîn û pêşniyaran guhdarî kirin, ku tê de tekezî li ser pêwîstiya nûnertiya koçberkiriyan di nava yekîneya rêveberî de, mukumkirina beşdarbûna jinan di karên xwecihî û çavdêriya fermî û gelêrî li ser karê meclisên xwecihî de, guhertina Desteya Bilind a Rêveberiya Herêmî û çaksazkirina encumana bilind a Rêveberiya xwecihî ji aliyê nûnertî û desthilatan ve û avakirina komîteyên taxan û destnîşankirina muxtaran û guhertina dirêjiya dema yasayî ya mana li ser kar ya encumenan, da ew jî têkevin nav guhertinên pêşinyarkirî de.
Ev komxebat di çarçoweya rêyên xebatê de ne ji bo temamkirina plana kar a komîteya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye erkdarkirin di riya rêxistinên pêwendîdar bi hikumranî û rêveberiya xwecihî re, ji bo guhdarîkirina li pêşniyar û gotûbêjên beşdaran, bi armanca şopandina pêşdebirin û sererastkirina rêziknameya cîbicîkirinê û yasayên rêvebirinê yên pejirandî, û dabînkirina beşdariya rêxistinan bi awayek kartêker.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî