Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û beşdariyê di navbera hemû gelê Sûriyê de bi tevaya sazî û welatiyan ve kir ji bo derbaskirina hemû nakokiyan bi armanca pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê.
El-Behra duh di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Erebiye amaje bi wê yekê kir ku proseya nivîsandina destûrê ji sifirê dest pê nake, û zêdetirî salekê dirêj nake, ji ber ku beşin ji destûrê amadekirî ne, û hêzên şoreş û rikberiya sûrî di salên borî de bi riya diyaloga Sûrî-Sûrî kar li ser kiriye.
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku proseya nûjenkirina belgeyên nifûsê serjimêriyê hewcedarî demê û alîkariya pisporiya navdewletî û alîkariya welatên dost e, û got ku divê kar li ser vê rêyê hevdem ligel proseya nivîsandina destûrê bibe û dibe ku ji sal û nîvekê heta sê salan bidome, û paşê ” pêkan e ku Hilbijartinên Sûrî di nav sê salan de bêne kirin.”
El-Behra tekez kir ku gelê Sûriyê miletekî lihevhatî ye û ne bi nakok e, û hewl dide qonaxan derbas bike da bigihêje armanca xwe.
El-Behra destnîşan kir ku dana postan di vê qonaxê de ji aliyê rêveberiya demkî ve tê fêmkirin, û got ku rêveberiya demî û rewşa têkçûyî ya dewletê pêwîstî bi hebûna tîmeke ku bi hev re lihevhatî û lihevkirî be hebû, derfet ji windakirina demê û bijartina mirovan û ceribandina wan re nîne, da ku karûbarê rêvebirinê di qonaxa demkî de kartêker be,” û diyar kir ku dema behsa qonaxa veguhêz, ya ku tê pêşbînîkirin ku di heyva adara bê de dest pê bike bibe, “ew mijar bi temamî cuda ye, ji ber ku serkeftin an jî têkçûna qonaxa veguhêz, ku wê ji bo paşeroja Sûriyê gelek watedar be, pêdivî û çarçove jê re hene divê dabîn bibin.”
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku qonaxa bê ya veguhêz divê sê pîvanên bingehîn pêk bîne, ku berfireh, pêbawer û ne li ser bingehên mezhebî be, û got ku ezmûnên rêveberiya veguhêz li welatên din piştrast kiriye ku dûrxistina her aliyekî dibe sedema derketina pirsgirêkan di pêşerojê de û têkçûna qonaxa veguhêz.
Herwiha El-Behra tekez kir ku dema Hevbendiya Niştimanî hate damezrandin û biryara avakirina wê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve di sala 2013an hat pêşwazîkirin, emanetek pê hat spartin ew jî piştraskirina veguhestina desthilatê bo gelê Sûriyê piştî prosesek siyasî ye, bi awayekî ku gelê Sûriyê karibe serkirdeyên xwe hilbijêre û refrandoma ji bo destûrê di seqayeke ewle û azad de pêk bîne.
El-Behra diyar kir ku heta niha Hevbendiya Niştimanî vexwendinek ji bo beşdarbûna di diyaloga niştimanî de wernegirtiye û got: “Tu pêwendî bi serokê rêveberiya demkî li Şamê Ehmed El-Şeri’ re çênebûye û em amade ne ku bi hemû Sûriyan re têkiliyan deynin.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî