Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra spasiya welatên bexşîner ên kongirê Bruksêlê kir li ser berdewamiya piştgiriya wan ji Sûriyan re ji bo kêmkirina bandora krîza mirovî ya ku bi milyonan sûrî li Sûriyê û welatên penaberîyê derdê wê dikşînin.
El-Behra hêviya xwe anî ziman ku ew alîkarî bigihêje wan kesên ku bi rastî ji wan re hatine şandin, û da zanîn ku qebareya sozên ku hatine dayîn li gorî salên borî kêm bûye, û ew gelek kêmtirin pêwîstiyên mirovî yên rastîn.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku rêjeya pabendbûna bi dana nirxên di sozan di salên borî de hatine kêm bû, di dema bilindbûna rêjeya enflasyonê, û hebûna gendeliyê di rêvebirina alîkariyan de, bi taybetî li deverên rêjîmê, wek di lêkolînên belgekirî yên vê dawîyê hatiye, û ev yek nîşan e ku trajediya mirovî li Sûriyê ber bi astên metirsîdar ve diçe, û dibe sedema berdewamiya nearamiyê li Sûriya û deverê.
El-Behra dupat kir ku sedemên sereke yên qeyrana mirovî li Sûriyê siyasî ne, û tu çareseriyeke mirovî ya karibe berdewam bimîne tune ye, û tekez kir ku take çareseriya domdar bi rêya siyasî ye li ser bingeha biryarên navdewletî û bi taybet biryarên 2254 û 2118.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî