Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, spasiya zana û şêxên Trablusa Libnanê kir, li ser hewlên wan ên bêwestan di mijara penaberên Sûrî yên li Libnanê û girtiyên siyasî yên di zindanên Libnanê de û rêgirtina li pêşiya radestkirina wan ji rêjîma Esed re, ku wan zanayan bi rêya gotûbêjên bi serokwezîrê hikûmeta demkî ya Libnanî Necîb Mikatî re, soz jê wergirtin ku kesên daxwazkirî ji aliyê rêjîma Esed ve nayên radestkirin.
Rehmê îro Pêncşemê di daxuyaniya xwe de got: “Ez keda birayên me, zana û şêxên Trablusê bi taybetî Şêx Selîm El-Rafiî, Şêx Bîlal El-Barûdî, Şêx Nebîl Rehîm û şêxên Libnanî yên Trablusê bilind dinirxînim. Ji ber ku ew bê rawestana ji bo birayên xwe yên Sûrî xebitîn, nemaze di pirsa girtiyên siyasî de.” Û Rehmê tekezî li ser giringiya vê pêngavê kir, bi taybetî piştî derbiderkirina bi dehan ji penaberên Sûrî ji Libnanê bo deverên li jêr kontrola rêjîma Esed ku li wê derê rastî girtin, windakirina bi darê zorê û îşkenceya hovane hatin, û tekez kir ku rêjîma Esed di siyasetên xwe yên zordarî û tawankarî de berdewam e.
Rehmê tekez kir ku nayê qebûlkirin ku hin îdia bikin ku deverên di bin kontrola rêjîma Esed de ewle bûne an guncaw in ji bo vegera penaberan, ji ber ku rêjîma Esed û milîsên wê yên mezhebî, terorê dijî sivîlan bikar tînin û ew rîskeke cidî ne ji ewlehiya tevaya Sûrîyan re, bi taybetî kesên ku berê beşdarî di xwenîşandanên li dijî rêjîma Esed de kirine. Û amaje kir ku vegera penaberan girêdayî çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî ye, nemaze biryara 2254, û berpirsên tawanan siza bikin û milîsên biyanî yên ku rêjîma Esed ew anîne ji bo şerê sûriyan bikin ji hole rakin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî