Duh, çarşemê 29ê gulanê, Girûpa Kar a Partî û Tevgerên Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civîneke rawêjkariyê, bi amadebûna fîzîkî û ji dûr ve ya 25 nûnerên partî û tevgerên siyasî yên Sûrî yên ku bi armancên şoreşê û daxwazên gelê Sûriyê yên edalet, azadî û demokrasiyê bawer in li dar xist, û nûnerên van partî û tevgeran ji hundir û derveyî Sûriyê beşdar bûn, bi armanca xurtkirina peywendiyan û hevahengiyê bi wan re.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra şiroveyek li ser pêşhatên siyasî yên dawî pêşkêş kir, bi amadebûna endamên Girûpê ji desteya siyasî ya hevbendiyê, Mihemed Elî Îsa, Ebdullah Kado û Mihemed Farûq Teyfûr, û nûnerên bîst û pênc partî û tevgerên siyasî yên sûrî,.
Di civînê de pêşhatên piroseya siyasî û rêyên rûbirûbûna rawestana wê hatin gotûbêjkirin. Her weh encamên kongireyê Broksilê yê heştemîn û kêşeyên penaberên sûrî li cîhanê û bi taybetî li Libnanê û encamên normalkirina têkiliyan bi rêjêma Esed re û rola partiyan di prosesa siyasî de û awayên kartêkerina wê û mijarên din ên girêdayî şoreşa Sûriyê li ser asta siyasî ya sûrî û herêmî û navdewletî gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, El-Behra agahîyên berfireh der barê encamên serdanên ku vê dawiyê li New York û Brokselê pêk anîne pêşkêş kirin, û bal kişand ser pêdawîstiyên qonaxa niha bi armanca gihiştina xalên hevbeş û li paş xwe hiştina nakokiyên ne giring yên bi awayekî nerênî bandora wan li ser pirsa Sûriyê heye.
Her wiha pêşhatên rewşa Sûriyê li navçeyên wê yên curbicur nirxandin, nemaze rêkarên tenê bi gotinan yên rêjîmê ji bo xistina cudabûnê di navbera saziyên dewletê û Partiya Beis û rêxistinên girêdayî wê de, û guhertinên ku di asta dezgehên istixbaratî û ewlekarî de. Wan nûnerên partî û tevgeran, nêrînên rêxistinên xwe di vê derbarê de, di dema berdewamiya siyasetên tepeserkirinê, binpêkirina mafên mirovan, û tawanên ku rêjîm li dijî sivîlan pêk tînin û kontrolkirina gendelan ji aboriya dewletê re gotûbêj kirin.
Her wiha di civînê de pêşhatên dawî li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê hatin gotûbêjkirin, bi taybet rêkarên ku ji bo ji nû ve dabeşkirina navçe û şaredariyan, û hewlên ji bo çesipandina wê dabeşkirinê bi rêya rêşûnên ku navê hilbijartinan li wan dikin, û redkirina piraniya şêniyên wan herêman û partî û rêxistinên siyasî ji beşdariya di wan helbijartinan de. Her weha di gotubêjên xwe de tekezî li ser wê yekê kirin ku karê herî sereke parastina yekbûna Sûriyê û gelê wê ye û redkirina her cure tedbîrên ku cudahî û dubendiyê çêdikin. Û di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku çi girêbesteke civakî ya were danîn divê bi beşdariya berfireh a tevaya Sûriyên li hemû navçeyên wê be, û nabe ku ew li herêmekê yan li gor berjewendîyên hizbî û ne niştimanî bête sazkirin, û her peymaneke civakî divê maf û azadiya hemwelatîyên Sûrî ji hemû pêkhate û mezheban garantî bike bê cudahî li ser çi bingehekê be. Herwiha tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi biryarên navdewletî kirin, bi taybetî biryarên 2254 û 2118 yên ku piştgiriya cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê (2012) dikin, û giringiya desteya desthilatdariya veguhêz di cîbicîkirina wan biryaran de.
Her wiha piroje û planên ku li ser asta navdewletî hatin pêşkêşkirin ji bo avakirina sindoqeke başkirina zû hatin gengeşekirin, her weha hişyarî hat dan derbarê bikaranîna rijêmê ji wan alîkariyan re ji bo xwe, nemaze ji bo reva ji sizayên li ser kes û saziyên ku beşdarî binpêkirin û tawanên li dijî Sûriyan de kirine, û pêwîstiya dabeşkirina adilane ya van pirojeyan li seranserî erdnîgariya Sûriyê bê cudahî li ser ti bingehekê, û pêwîstiya dabînkirina bêalîbûn û zelaliyê di rêvebirina sindoqê û tîma wê ya kar û baregeha wê de, û Karê sindoqê ji bo pêşdebirina piroseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî be, û ne ji bo reva ji wan sizayan û lawazkirina wan be ku dê azarên Sûriyan dirêjtir bike.
Li ser asta xwecihî, şirove û gotûbêjan behsa girîngiya tevgera aştiyane ya serhildana Sûriyan li Siwêdayê, ku nûnertiya daxwaz û hêviyên gel ên azadî, rûmet, dadmendî û demokrasiyê û cîbicîkirina biryara 2254 û bidestxistina veguheztina siyasî ber bi dewleteke hevwelatîbûnê ve dike.
Her wiha di gotûbêjan de çend mijar û pêşhat û bandorên wan li ser Sûriyê, ji wan bandorên şerê li ser Xezayê, û awayê danûstandina navdewletî û niştimanî û mafnasî ji bo bidestxistina dadweriyê û biryarên vê dawiyê yên Fransa hatin gengeşekirin.
Di hevdîtinê de El-Behra tekezî li ser pêwîstiya karkirina tîmê li ser hemû astan kir. Ji bo bidawîkirina xitimandina di pêvajoya siyasî de û çêkirina rêyek li ser bingeha ku bibe destpêka vekirina gotûbêjên navdewletî û herêmî ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî, nemaze ji ber nebûna hêzeke navdewletî ya xwedan karîn ji bo cîbicîkirina biryarên 2118 û 2254 yên Encûmena Asayişa Navdewletî û pêkanîna çareseriyeke mayînde.
Dosyaya mirovî û zêdebûna hewcedariyên ku hevdem e ligel kêmbûna piştgiriya navdewletî ji ber zêdebûna qeyranan li seranserê cîhanê û enflasyona cîhanî nirxand û bal kişand ser binpêkirinên ku penaberên sûrî li Libnanê rastî wan tên û rewşa binçavkirî û girtiyên di zindana Rumiyê de, û hewildanên hevbendiyê li ser asta Erebî, Herêmî û Navdewletî, ji bo rawestandina Binpêkirinên ku li dijî penaberan tên kirin, nehiştina vegerandina bi zorê, û rawestandina her tedbîrek ji bo radestkirina girtiyan bo rêjîma Esed, û tekezî li ser berpirsiyariyê Hikûmeta Libnanê û Netewên Yekbûyî kir di ber dabînkirina parastina penaberan, rawestandina siyasetên cudaxwaziyê li dijî wan, û nehiştina radestkirina her girtiyên siyasî ji rejîmê re, ji ber ku mijara serederiya bi wan re bingeha tevgerên siyasî yên vê dawiyê yên Hevbendiyê bûn.
El-Behra tekezî li ser giringiya helwestên welatên Ewropî, welatên dost û Amerîka kir di konferansa Brûkselê de, ku berî niha tekez kiribû li ser redkirina her cure asayîkirina peywendiyên xwe bi rejîmê re û jinûve avakirinê an rakirina sizayan, bêyî bidestxistina pêşketinên berçav û bêveger di prosesa siyasî de li gor biryara navdewletî 2254, ya bi awayekî dadperwerane daxwazên gelê Sûriyê pêk tîne.
Nûnerên partiyan beşdarî kirin û nêrîna partiyên xwe derbarê xalên di rojevê de diyar kirin, û di derbarê wan de nêrîn hatin guftûgokirin û tekezî li ser piştgirîkirina hewlên hevbendiyê bi danûstandina bi hêz û aliyên siyasî re û beşdarkirina wan di biryardanê de kirin. Û pêwîstiya berdewamiya birêvebirina herêmên rizgarkirî bi awayekî zelal, ku armancên Sûriyan yên ji bo dadperwerî, azadî û demokrasiyê pêk bîne.
Herwiha tekezî li ser giringiya piştevaniya hikûmeta demkî bi şiyan û pisporiya pêwîst kirin, û tekezî li ser giringiya rola partî û tevgerên siyasî di avakirina helwestan û piştgiriya biryara niştimanî ya Sûrî ya serbixwe di pirosesa siyasî de, nûkirina dezgehên sivîl yên girêdayî Hikûmeta Sûrî ya demkî, avakirina pirên bihêz û zexm bi sazî û rêxistinên siyasî û şoreşgerî re, û bidestxistina baweriyê ji Wezareta Navxweyî re, bilindkirina azadiyan û dabînkirina mafên welatiyan, ji bilî gelek pêngavên ku dê di warê piştgirîkirina şoreşa Sûriyê de pêş ve biçin, daxwazên gel, û vekirina asoyên nû ji bo şikandina xitimandinê pêk bînin.
Civîn bi biryarên rêxistinî yên derbarê komxebatê de wek çarçoveyekê ji bo hevahengiya lidarxistina komxebatên hevbeş ên mehane ku mijarên girîng ên siyasî, hevrêzkirina kar û planên hevbeş, şêwirîn û şêwirdariyên hevbeş birêve bibin û berfirehkirina bingehên beşdariya partiyan û tevgerên siyasî yên çalak li hundir û derveyî Sûriyê têde.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî