Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, bi boneya Roja Cîhanî ya Karê Mirovî ya di 19ê tebaxa her sal de ye, piştgiriya xwe ya tam diyar kir ji xwebexş û rêxistinên mirovî re, ên ku kar ji bo xizmeta Sûriyên hêjayî xizmetên mirovî yên curbicur in dikin, tevî şert û mercên dijwar û hewcedariya mezin.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku rewşa mirovî li Sûriyê sal bi sal xerabtir dibe, ji ber berdewamiya serederiya hovane ya rêjîma Esed bi Sûriyan re û kêmkirina berdewam a alîkariyên navdewletî, û pabendnebûna civaka navdewletî bi erkên xwe yên cîbicîkirina çareseriyeke siyasî ya berdewam li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî, ku ew e deriyê çareserkirina qeyranên ku ji aliyê rêjîmê û hevkarên wê ve li Sûriyê hatine çêkirin.
Berekat tekezî kir li ser pêwîstiya dadpirsîna rêjîma Esed kir li ser tawanên hovane yên ku li Sûriyê pêk anîne, di nav de tawanên ku li dijî xebatkarên alîkariyên mirovî pêk hatine.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê got ku wê 310 xwebexşên xwe di salên borî de ji dest dane, piraniya wan bûne qurbaniyên êrîşên rêjîma Esed û Rûsyayê, dema ku erkê xwe yê mirovî bi cih tanîn.
Di heman demê de, Nivîsgeha Netewên Yekgirtî bo Hevahengiya Karûbarên Mirovî (OCHA) amarên qurbaniyên karên mirovî li Sûriyê belav kirine, û bal kişandiye ku herî kêm 130 xebatkarên mirovî di encama “dijminkariyan” de li bakurê rojavayê Sûriyê ji sala 2014an ve hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî