Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Îro salvegera şehîdbûna zêdetir ji 1144 kesan û birîndarbûna 5935 kesan e, di komkujiya ku bi çekên kîmawî de ya ji aliyê rêjîma Esed ve li dijî sivîlan li Gûtaya Şamê berî yanzdeh salan pêk hatiye, û her weha heman roj Roja Qurbaniyên Terorîzmê ye ya ku di sala 2017 de hatiye destnîşankirin.
Hevbendiya niştimanî ya Sûriyê tekez dike ku dê tawanên Rêjîma Esed bi bûrîna demê re neyên lêbûrînkirin, û gelê Sûriyê dê têkoşîna xwe bidomîne ta azadiya xwe bi dest bixe û dê sistiya civaka navdewletî hember tawanên Esed û bi hezaran tawanên cengê li dijî sivîlên Sûriyê ji sala 2011an de heta niha wan ji berdewamkirina şoreşa wan dûr nexe, ku civaka navdewletî nekariye biryar û erkên xwe pêk bîne. Bi taybetî biryara 2018 ya ku peyman tê de imza kiriye û gorî xala heftan a peymana Neteweyên Yekbûyî ye, piştî ku wê 184 caran bikaranîna çekên kîmyayî dubare kiriye, ji dema pejirandina Peymana Qedexekirina Bikaranîn û Çêkirina Çekên Kîmyayî di Îlona 2013an de.
Hestê zulmê yê di dilê qurbaniyan û malbatên wan de û bêhêvîbûna wan ji civaka navdewltî ji bo pêkanîna dadweriya navdewletî ji bo wan, ji ber wê yekê ye ku hûrgilî û zanyariyên tawanên hovane eşkere dibin, û raportên bêalî tekez dikin ku rejîma Esed di ber komkujiya kîmawî li Xotaya Şamê de berpirs e, û civaha navdewletî hîn jî bêhêziya xwe nîşan dide ji ku hesab bi tawanbaran re bibîne û çareseriyek siyasî li Sûriyê pêk bîne, li gorî biryara 2254 (2015).
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ne pêkan e ku Sûriyê bi ser xwe ve were, di dema ku rêjîma Esed li ser termên sûriyên ku ew kuştine daku li ser desthilatê bimîne, tenê dikare bigihêje daxwazên sûriyan û ji bo wê têdikoşin da bigihêjin dewleteke demokratîk ku bingehên wê azadî, edalet, hiqûq û rêzgirtin in.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Dezgeha Ragihandin û Peywendiyan
21 tebax 2024