Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekezî li ser şopandina tawankarên ku bi çekên kîmawî tawanên hovane li dijî xelkê Xûta Şamê pêk anîne û nehiştina bêcezamana wan kir, tevî sistiya navdewletî û pabendnebûna wê bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê.
Îro çarşemê 21ê tebaxê, xelkê Sûriyê komkujiya kîmawî ya rêjîma Esed li Xûtaya Rojhilat û ya Rojava yên gundewarê Şamê ya berî 11 salan bi bîr tînin, ku tê de bi sedan kes bi xeniqînê mirin, di nav wan de 1144 kes bi navan belgekirî hene, 99 kes ji wan zarok bûn, 194 jin (jinên gihayî), û 5,935 kes tûşî bînçikîn û xeniqînê bûne, li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan.
El-Behra got ku di vê rojê de, berî yanzdeh salan, Xûtaya Şamê bi gaza Sarîn a kîmawî xeniqî, û hovîtî û tawankarîya rêjîma Esed bû sedema şehîdbûna zêdetir ji 1144 kesan.
Û bal kişand ser wê yekê ku ew dîmenên tirsnak yên zarokan di rewşa xeniqînê de tu carî ji bîra Sûriyan naçin, û ew rê nadin ku rêjîma Esed ji sizayê rizgar bibe tevî sistiya navdewletî ya mezin li hember Sûriyan û karesatên wan û pabendnebûna civaka navdewletî bi biryara navdewletî 2118 ya 2013.
El-Behra tekez kir ku şoreş ji bo qurbaniyan û malbatên wan berdewam e, ji bo dadmendî û dadpirsînê, ji bo avadan û aştiyê û ji bo azadî û demokrasiyê li Sûriya ku ji aliyê gelê xwe ve were birêvebirin û cihê tawankarên şer lê tune be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî