Daxuyaniyeke behîdariyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî şîna ramangîrê sûrî Ebdul Ekrem Emîn El-Seqa dike, yê ku di bin eşkenceyê de li navendên girtinê yên rêjîma Esed şehîd bû, piştî ku di sala 2011an de hat girtin û bi awayekî kotekî ha windakirin ta ku mirina wî roja çarşemê, 21ê tebaxa 2024an hat ragihandin, tevlî ku mirina wî di navendên nifûsê de di sala 2014an de hatiye tomarkirin û rêjîma Esed eşkere nekiribû.
Seqa ji bajarê Dareya li gundewarê Şamê ye. Di sala 1944an de ji dayîk bûye. Bi helwestên xwe yên şoreşgerî û beşdarbûna di xwepêşandanan de li gel xwendekarên xwe naskirî bû û ji encama wê xebata xwe li ser destê rijêma Esed hat girtin. Tê zanîn ku ew di sala 2000 de ji aliyê dezgehên ewlekarî yên rejîmê ve bo heyama du mehan hatibû girtin.
Navbûrî ramangîrekî îslamî bû û di navbera salên 1988 û 2000an de melayê Mizgefta Enes Bin Malik li bajarê xwe bû. Bi dehan pirtûk di warên ramangîrî û fiqhê nivîsîne ku xwiyatirîn berhemên wî: “Bawermendê malbata Fir’ewn”, “Daxwazkirina Guhertinê” û “Hin Nerînên ji Dil û Ramanê”.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbata şehîd, heval, xwendekar û hezkiriyên wî dike, û ji Xweda daxwaza rehmê jê re û dana sebir û semaxê ji malbata wî re dike.
Em ji Xwedê re ne û em ê li bal Wî vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
22 tebax 2024