Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de gengeşe kirin, û li raportên ofîs, deste û komîteyan guhdarî kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, şiroeyeke kurt pêşkêş kir, tê de behsa civîna Desteya Danustandinan ya Sûrî ligel berpirsê Platforma Herêmî ya Sûriyê di Wezareta Derve ya Amerîka û encamên wê, her weha civîna wê bi pêkhateyên Hevbendiyê re kir.
Cîgirên serok kurte şirove derbarê planên karê xwe ji bo meha bê pêşkêş kirin, ku armanca wan berfirehkirina çalakiyên hevbendiyê ye, bi taybetî di beşa Girûpên Kar yên pispor û yên hevbeş li gel çalakvaniyên Sûrî.
Û civîngeran dosyayên herêmî yên bi bandor li ser dosyaya Sûriyê gotûbêj kirin, bi taybetî geşbûna bûyerên şerê Xezeyê û texmînên veguherîna wê bo şerekî herêmî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî