Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Basil Xinêm hişyarî da ku hêzên Esed dê zincîreke komkujiyan li dijî xelkê bajarokê Mehce li gundewarê Deraayê pêk bînin, piştî gefên leşkerî yên Rêjîmê li bajêr xwarine.
Xinêm di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser wê yekê ku rêjîma Esed gef li xelkê bajarê Mehce xwarine û gotiye ku ew dê wê deverê bike “Xezzeya duyemîn”, li gor dîroka xwe ya dirêj a tawankariyê, û sûdwergirtina ji sistiya navdewletî ya ku behane jê re tune ye li hember tawanên ku li Sûriya û herêmê bê hesabxwestin û dadpirsîn pêk tên.
Xinêm tekezî li ser wê yekê kir ku divê helwesteke navdewletî ya zelal hebe hember van gefên berdewam ên dijî sivîlan, û karkirina ji bo dadpirsîna tawankaran ji bo misogerkirina vegera aramiyê li hemû deverên Sûriyê, û pêşdeçûna di gihiştina çareseriyeke siyasî de bi rêya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Li gorî çalakvanên Parêzgeha Deraayê, rejîmê di civînekê de ligel rûsipiyên bajarokê Mehceyê, gef xwarine ku ew dê bigire ser bajarok û lê belav bibe, eger endamên komên xwecihî xwe li gel çekên xwe radest nekin.
Di heman demê de şêniyên bajêr van daxwazan red dikin, ji ber ku xweradestkirina endaman li gel çekên wan gef e li ser serhildêran û rê li ber rêjîmê vedike ku kontrola xwe ya ewlekarî li ser bajarok û piştre li ser tevahiya parêzgeha Deraayê bisepîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî