Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Behcet El-Etasî, diyar kir ku xema sereke ya ciwanên Sûrî yên li herêmên di bin kontrola rêjîmê de, bûye reva ji leşkerîya neçarî, çi bi xweveşartin û îzolekirinê be an bi ketina ser riya dijwar a penaberiyê be ku dibe jiyana wan têxe metirsiyê de.
El-Etasî di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser wê yekê ku ciwanên Sûriyê ji hemû mezheb û baweriyan bi tundî red dikin ku tevlî nav hêzên Esed bibin, û wan wek milîsên tawankar ên ku xizmeta Beşar Esed û bazirganên şer ên girêdayî wî dikin dibînin.
El-Etasî tekez kir ku xortên sûrî dibînin ku ew di deryayê de bimirin an derbider bibin û di malên xwe de îzole bibin, ji tevlîbûna nav hêzên Esed çêtir e, û bal kişand ku rêjîma Esed kampanyayên xwe yên serdegirtin, girtin û danîna nuqteyên ewlehariyê zêde kirine, ji bo ajotina ciwanan bo leşkeriya neçarî û tevlêkirina wan di nav hêzên xwe yên têkçûyî de.
Dezgehên ragihandinê yên xwecihî gotin ku hêzên rêjîmê kampanyayên girtinê dijî xortên ku ji xizmeta leşkerî direvin li deverên cuda yên di bin kontrola rêjîmê de berdewam in.
Hin çalakvanan diyar kirin ku rêjîmê bi dehên kesan li herêmên El-Qezaz û Babila li Şamê girtine, bi tometa beşdarnebûna xizmeta leşkerî ya mecbûrî û ya yedek, û veguhestine bo Şaxa 235, ya bi navê “ŞaxaFilistînê” naskirî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî