Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji nêzîk ve pêşhatên dawî li parêzgeha Deraayê ya başûrê Sûriyê dişopîne, û tekez dike ko berdewamiya binpêkirinên rêjîmê û milîsên terorîst ên alîgirên wê li dijî xelkê Deraayê û bikaranîna çekên giran li dijî wan, nîşana nepêkanîya peydabûna aramiyê li Sûriyê ye eger rewş bi vî awayî berdewam bike.
Hevbendiya Niştimanî herwiha tekez dike ku modêla Daraayê ya çareseriyên ne zelal yên ku çaên xwe ji zordariya dijî gelê Sûriyê û daxwazên wî yên rewa digrin, têkçûna xwe diyar dike, û bûye sedema berdewamiya azaran, zêdekirina pêdiviyên mirovî, berdewamiya pêlên penaberiyê ji wan deveran, û derfetdîtina rewşa bêaramiya wan cihan da wan bikin rêyek ji bo bazirganiya madeyên hişber, û gefan ji ewlehiya herêmê û welatên cîran re peyda bikin.
Hevbendiyê tekez kir ku take çareserîya ku kare ewlekarî, aramî û aştiyê pêk bîne, cîbicîkirina biryarên navdewletî ye, bi taybetî biryarên 2118 (2013) û 2254 (2015).
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko tevlî rêjîma Esed terorîzma hovane li dijî Sûriyan bikar tîne, lê nikariye xelkê ji daxwazên wan ên vegerandina mafên xwe yên pêkanîna dadwerî, azadî û demokrasiyê dûr bixe. Berdewamiya tevgerê li başûrê Sûriyê li dijî rêjîmê, nîşaneke zelal li ser îradeya gel û hişyariya wî ya giştî ye û redkirina ketwara xerab û berdewamkirina rê ber bi pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî ve ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
26 tebax 2024