Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ev roj hevdem in li gel salvegera Komkujiya Deraya ya Mezin, ya ji 20 heta 26ê tebaxa 2012an li bajarê Dareya li gundewarê Şamê berdewam kir û rêjîma Esed tê de nêzîkî 700 sivîlî kuşt, bi sedema ku nişteciyên bajêr beşdarî di xwenîşandanên aştiyane yên daxwaza azadîyê û rûxandina rêjîmê dikin kirine.
Komkujiya Deraya ya Mezin yek ji tawanên şer û tawanên mezin ên li dijî mirovatiyê bû ku ji aliyê rêjîma Esed ve li dijî sivîlan pêk hat. Komelkujî bi dorpêçkirina bajêr û bombebarankirina taxên wî û nexweşxaneya wî ya meydanî dest pê kir, paş re derbasbûna bajêr û pêkanîna darvekirinên meydanî dijî hemû malbatan bêyî ku ferqê bixin di navbera zarok, kal, pîr û jinan de, heta bi kuştina malbatên ku li hundir û derveyê bajêr xwe spartine derdora Mizgefta “Ebû Suleyman Al-Deranî” û derdora bajêr, paşre rijêmê bi qasî ku ji destê wê hat laş şewitandin da ku nasnameya wan diyar nebe.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku derbasbûna salên dirêj di ser van komkujiyên ku hûrgiliyên wan têne zanîn û belgeyên wan li ber destan in, dê vîna gelê Sûriyê ya berdewamkirina têkoşîna ji bo dadmendî, azadî û demokrasiyê kêm neke, û ne jî berpirsiyariyê ji ser milê civaka navdewletî rake ya ku hişt sûcdar bi salan komkujiyên hovane bi awayekî berdewam pêk bîne, bêyî ku edaletê ji bo qurbaniyan û malbatên wan dabîn bike û hesab ji berpirsiyarên tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên cengê bixwaze û piştgiriyek rastîn ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê li gorî yasayên navdewletî û biryarên 2118 (2013) û 2254 (2015) peyda bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
26 tebax 2024