Duh, duşemê, yekemîn pêşangeha pîşesazî û bazirganî li bajarê Babê li gundewarê Helebê hate vekirin, bi beşdariya zêdetir ji 80 kompaniyên bazirganî û pîşesazî û amadebûneke fermî ya berfireh ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hikûmet, meclisa xwecihî ya bajarê Babê û çalakvaniyên sivîl û şoreşgerî.
Ev pêşangeh bi sponseriya hikûmeta demkî û hevkariya Federasyona Odeyên Pîşesazî û Bazirganî li herêmên rizgarkirî hat lidarxistin.
Pêşangeha ku pênc rojan berdewam dike, armanca wê bihêzkirina têkiliyên bazirganî ye her weha dabînkirina derfetên nû ji kompaniyên herêmî û navneteweyî re. Di pêşangehê de nêzîkî 80 beşî heye, tê de pîşesazî û berhemên cûrbecûr hatine pêşandan, di warên pîşesaziyên xwarinê, kerestryên paqijkirinê, cil û berg, mobîlya û alavên malê.
Di pêşangehê de gelek alavên kargehan jî hebûn, di nav wan de alavên pizîşkî (kargeha oksîjenê ya piçûkkirî) ku li deverên rizgarkirî, bi taybetî li devera pîşesazî li bajarê Soran li gundewarê Ezazê hatiye çêkirin.
Rojên pêşîn ên pêşangehê ji bo pêşandana berheman hatin terxankirin bê ku destûra kirîn û firotinê were dan, û dê deriyên pêşangehê ji roja sêyemîn ve ji bo kirîna berheman vekirî bin.
Berî pêşangehê erêkirina derbasbûnê ji bo zêdetir ji 500 sermayedar û bazirganên ji Tirkiyê ber bi herêmên rizgarkirî ve hat dabînkirin, ku ev yek bi awayekî mezin beşdariyê di geşkirina rewşa abûrî û pîşesazî de bike, di rêya bestina girêbestên bazirganî û avakirina kargehan û avahiyên pîşesazî yên xizmeta deverê dikin.
Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo nûavakirina deverên rizgarkirî kar dike daku jîngeheke veberhênanê ya hander ji projeyên pîşesazî û bazirganî re peyda bike, li gel deranîna yasayên pêwîst bo parastina veberhêneran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî