Sekreterê desteya siyasî, Ebdulbasset Ebdulletîf, hişyarî da ji zêdebûna metirsiya çêkirina madeyên hişber û bazirganiya wan li Sûriyê, û tekez kir ku rêjîm û Îran dest ji bazirganiya madeyên hişber bernadin ji ber berjewendiyên wan ên darayî tê de hene ji bo fînansekirina hêzên xwe yên leşkerî ji bilî wêrankirina civakê û gelê wê û jihevxistina eniya navxweyî.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku nayê qebûlkirin ku civaka navdewletî li hember vê metirsiya zêde bêdeng bimîne, û daxwaz kir ku tedbîrên rasteqîn bên standin ji bo neçarkirina rejîmê û milîsên Îranê li ser rawestandina bazirganiya madeyên hişber û belavkirina wan di nav civaka Sûriyê de.
Ebdulletîf tekez kir ku giheştina çareseriyeke siyasî li welat li gorî biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, take çareseriya rasteqîn e ji bo garantiya çareseriyeke berdewam bo hemû kirîzan.
Vekolîneke nû ya televizyona Sûriyê eşkere kir ku milîsên Îranî kargeheke nû ya çêkirina madeyên hişber li bajarê Dêrezorê vekirine, di hefteya dawî ya tîrmeha bûrî de hatibû avakirin.
Di lêkolînê de derket holê ku kargeh di vilayekê li herêma “Cemiyet Elriwad” de ye, bi tunelan ve girêdayî avahiyên din ên li derdora wê ye.
Vekolînê nîşan da alavên nûjen ên ku ji Beyrûdê hatine anîn li kargehê hene ji bo misogerkirina zêdekirina berhemdanê bi kalîteya bilind.
Li gorî lêkolînê, xebatên hilberînê ji aliyê pisporê îranî yê bi navê Dr. Cewad Recayî ve tê birêvebirin ku pisporê kîmyayê ye, û girûpeke jinan a bi navê “Ketîbet Elzehra” ya bi serokatya jina îranî ya bi sasnavê “Um Ebdulqehar” kar û barê firotinê li bazara navxweyî daye sel milê xwe û gelek beşên civakê kirine armanc tevlî xwendekarên zanîngeh û dibistanan.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî