Hevrêzkarê Girûpa Penaber û Derbideran a Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, tekez kir ko berdewamiya kampaniyên dersînorkirina penaberên Sûrî bi darê zorê ji Libnanê, tevî hemû hişyariyên navdewletî, binpêkirineke metirsîdar e ji hemû pîvan û yasayên navdewletî re, tevî qanûnên ku Libnanê wan zanpêdan bi wan kiriye û li ser wan imze kiriye.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî rewşa penaberên Sûrî li Libnanê dişopîne, û kampaniyên derbiderkirina bi darê zorê yên berdewam ên ku dibe ku jiyana wan bixe metirsiyê de şermezar û red dike, wek ku çawa gelek caran çêbûye.
Û bal kişand ser wê yekê ku pilaneke ne diyar heye ku desthilatên Libnanî li gor wê kar dikin û hemû destpêşxerî û çareseriyên ku em pêşkêş dikin ji bo çareserkirina kêşeya penaberên Sûriyê li Libnanê red dikin. Û got ku Hevbendiya Niştimanî dê li hember vê yekê kar bike ji bo hemî tedbîrên ku mafê penaberên sûrî yên li Libnanê diparêzin bikin û van binpêkirinan ji dadweriya navdewletî re pêşkêş bikin û hesab ji berpirsan bixwazin.
Bekûra tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e civaka navdewletî helwesta xwe ji mijara penaberên Sûriyê yên li Libnanê diyar bike, û fişarê li desthilatên Libnanî bike da ku dest ji van binpêkirinan berdin, qurbaniyan qerebo bikin û rê li dubarebûna bûyerên bi vî rengî bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî