Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di roja navneteweyî ya qurbaniyên windakirina bi zorê de, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku rêjîma Esed windakirina bi zorê weke çekekê li dijî sivîlan bikar anî di şerê xwe yê dijî gelê Sûriyê de, yê ji bo azadiyê di sala 2011an de serî hilda, weke beşekî ji serederiya tawankarî ya hovane ya li ser kuştin, terror û wendakirinê ava bûye, ji bo Sûriyan ji daxwazên wan ên mafdar dûr bixîne.
Hejmareke mezin ji kesên bi darê zorê li ser destê rêjîma Esed hatine windakirin, ku Tora Sûriyê bêtir ji 112 hezaran ji wan belge kirine, bêtir ji 3 hezar zarok û 6 hezar jin di nav wan de hene, hovîtiya mezin a rêjîma Esed li dijî Sûriyan û têkçûna mîkanîzma civaka navdewletî di serederiya bi dosyaya Sûriyê re nîşan dide, ji ber ku wê nikariye çarenûsa kesekî tenê jî ji yên rêjîma Esed ew winda kirine eşkere bike an azad bike, tevî tundiya îşkence û binpêkirinên giran ku li dijî wan pêk tên, li gorî bi sedan raport û nîşanan.
Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser pêwîstiya avêtina gavên karîger û ciddî ji aliyê civaka navdewletî ve dike, ji bo pêkanîna dadweriyê ji qurbaniyan û malbatên wan re bi rêya azadkirina girtiyan, aktîvkirina dadpirsînê û cîbicîkirina çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên Netewên Yekbûyî yên ku aramiya domdar a hêviyên gelê Sûriyê bicî tîne pêk bîne, bi taybetî biryarên 2254 (2015) bi awayekî tam û tund.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 tebax 2024