Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, sersaxî ji malbata girtiyê Sûrî Omer Hemîd re xwest, yê ku di encama neguhdana pizîşkî di zindana Romiyê ya Libnanê de jiyana xwe ji dest da, û tekez kir ku mirina wî asta êş, stemkarî û xemsariya ku rayedarên Libnanî bi tevahî di ber de berpirsyar in diyar dike.
Bekura di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî gelek caran hişyarî daye derbarê reftarên cuda yên ku girtiyên Sûrî di zindana Rûmiyê de rastî wan tên, û rewşa jiyanê ya xirab a tê de dijîn, û tekez kir ku guhnedana van hişyarkirina nîşana xemsarî û neguhdana desthilata Libnanî ye derbarê çarenûsa van girtiyên ku herî zêde hewcedar in.
Bekûra bal kişand ser wê yekê ku rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan rola xwe li hember girtiyên Sûrî yên di zindana Rûmiyê de bi rêkûpêk pêk neanî, çi ji aliyê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ve be an guhdana pizîşkî û heta warê mafnasî de be, bi şopandina dosyayên wan û birîna hukmên wan bi rêya dadweriyê.
Bekûra bang li rayedarên Libnanî, civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tedbîrên yasayî yên pêwîst bigirin û lêkolînek yekser pêk bînin ji bo naskirina hûrgiliyên mirina girtiyê sûrî Omer Hemîd di zindana Romiyê de û hesabdîtin dadpirsînkirina berpirsên vê xemsariyê.
Roja Şemiya borî, 31 tebaxê, girtiyê sûrî li zindana Romiyê, Omer Hemîd ê 35 salî, ku xelkê bajarê Ersalê ye, êşeke dijwar di sînga wî de peyda bû û daxwaza alîkariyê kir, lê ew zêdetir ji 2 se’etan li erdê dirêjkirî ma bêyî ku ti doktor mudaxeleya wî bike û di encama krîza dil de mir.
Hemîd 7 sal berê bi tometên bêbextî yên girêdayî terorê xistibûn zindana Romiyê û piştre bi cezayê hepsa hetahetayê hatibû mehkûmkirin û li benda biryara nû bû.
Li gorî agahiyên ku ji Girtîgeha Romiyê hatine, girtiyên li wir rastî gelek pirsgirêkan tên, bi taybetî ku kapasîteya girtîgehê ji 1050 kesî derbas nabe, lê hejmara girtiyan niha zêdetirî 3 hezar û 700 girtî ye, ji bilî ku xwarina ku tê dayîn kêm e û hinek jê xerabûyî ye û odeyên girtiyan tije bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî