Duh duşemê danê sibê, ji encama 2 êrîşên hêzên rêjîma Esed bi 4 dronên xwekujî ên ku gundê Kefer Nûran li gundewarê rojavayê Helebê armanc girtin,13 welatiyên sivîl ku 3 ji wan zarok in, birîndar bûn.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê diyar kir ku êrîşa yekem roja duşemê sa’et şeşê sibê bi sê dronên xwekujî yên taxên gund kirin armanc dest pê kir, di encamê de sivîlek birîndar bû. Û êrîşa duyem derdora sa’et neh û nîv bi dronekê pêk hat, devereke ku dikan û firoşgehên sebzeyan li gund lê hebûn armanc kirin, di encamê de 12 sivîl, 3 ji wan zarok in, birîndar bûn, birînên hinan ji wan metirsîdar in.
Xwebexşê berevaniya sivîl a Sûriyê Ebdulrehman Êmo diyar kir ku dema ew ji bo bersivdana êrîşê dixebitî, dît ku sivîlek ji ber êrîşê birîndar bibû li motorsîkleta xwe siwar bû ji bo zarokî birîndar bighîne nexweşxaneyê, û bal kişand ku hejmara birîndaran mezin e, û sivîlan dilezand ji bo gihiştina nexweşxaneyê.
Cîhad Mar’î, endamê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, ev êrîş şermezar kir, û tekez kir ko bêhelwestiya navdewletî di warê hesabdîtina bi Esed re li ser tawanên wê , rê li ber rêjîmê vekir ku bêhtir tawanan li dijî sivîlên bêguneh pêk bîne.
Mar’î tekez kir ko dadpirsîna Rêjîma Esed li ser tawanên hovane yên ko li dijî miletê Sûrîyê pêk anîne, bi bûrîna demê re nayê lêbûrînkirin û çendî dem derbas bibe jî ti alî nikare van tawanan veşêre.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî