Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra îro çarşemê, serdana baregeha Rêxistina Alîkariya Mirovî ya Tirkiyê (IHH) li Stenbolê kir, û bi serokê wê Bulent Yildirim re civiya, û pêre li ser rêyên sûdewergirtina bi awayê herî baş ji alîkariyên mirovî û projeyên piştgirîkirina penaberên Sûrî yên li Tirkiye û Libnanê û derbiderên li herêmên rizgarkirî gotûbêj kir.
Hevrêzkarê Girûpa Penaber û Derbideran Ehmed Bekûra û çavdêrê Girûpa Karê Rêxistinan Fîras El-Mesrî di serdanê de hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî dikirin.
Amadebûyan di civînê de, behsa giringiya hevkarî, hemahengî û bizavên hevbeş ji bo xizmeta wan kesên ku şayistên alîkariyê ne kirin, çi li Sûriyê û çi li welatên cîran ên mêvandariya penaberan dikin be.
El-Behra spasiya serokê Desteya Alîkariya Mirovî ya Tirkiyê (IHH) û tîma wê ya ku li çar aliyên cîhanê belav bûne kir, li ser rola wan a mirovî ya mezin û alîkariyên ku ji bo gelê Sûriyê pêşkêş kirine û hîn jî dikin.
El-Behra xebata ku deste di warên dabînkirina xaniyan, guhdana sêwiyan û projeyên biçûk de pêşkêş dike bilind nirxand.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî