Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra îro çarşemê, serdana Platforma Anatoliya li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê kir û bi berpirsên wê re li ser mijarên mirovî û yasayî yên têkildarî penaberên Sûriyê û derbiderên li navçeyên rizgarkirî gotûbêj kirin. Bi amadebûna Hevrêzkarê Girûpa Karê Penaber û Derbideran Ehmed Bakûra û çavdêrê Girûpa Kar a Rêxistinan Fîras El-Mesrî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya berpirsên Platforma Anatoliyê kir li ser karê wan ê mirovî û pêşkêşkirina xizmetên xwe ji Sûriyan re li herêmên rizgarkirî û Tirkiyê, çi di warê mirovî û perwerdeyî de, çi di warê şopandina yasayî ya hêja de be ji bo penaberên sûrî yên li Tirkiyê.
Kesên amade di serdanê de li ser pêwîstiya pêşxistina kenalên têkiliyan di navbera Hevbendîyê û platformê de û giringiya karê hevbeş ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana Sûriyan û sivikkirina barên wan ên ji ber kêşe û zehmetiyan axivîn.
El-Behra tekez kir ku qeyranên mirovî yên mezin, di nav de kirîza penaberan, bi awayekî berdewam nayên çareserkirin, ji bilî bi vegera li koka bingehîn a pirsgirêkê ku siyasî ye, ji ber ku penaber nagên baweriya vegera bi dilxwazî, ewle û rûmetdar, di dema nebûna jîngeheke ewle û bêalî li Sûriyê, ku tenê bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê, bi taybetî biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013) tê dabînkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî