Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdellah Gedo, got ku duh sêşemê 3ê îlonê, 13mîn salvegera revandina nivîskar û çalakvan Hisên Îso ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Esed bû, yê di dema beşdarbûna di xwenîşandana ku wî û hejmarek ji hevalên xwe li bajarê Hesekê rêxistin kiribûn û nêzî 2000 kesî têde beşdar bibû hatibû girtin.
Nivîskar Hisên Îso ji bajarê Dirbêsiyê yê gundewarê Qamişlo ye, di sala 1950 de ji dayîk bûye, dema hat revandin 65 salî bû û nexweşiyên kronîk û pirsgirêkên çav pêre hebûn.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Gedo bi tundî awayê xwînrêjî yê rejîma Esed li dijî sivîlan ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de şermezar kir, û tekez kir ku revandin, windakirina bi darê zorê û girtin, cureyên herî tund in ên ku rijêm pê sûriyên ku daxwaza azadî û rûmetê, guhertina demokratîk û rizgarbûna ji rejîma stemkar dikin siza dike.
Gedo bal kişand ser wê yekê ku Hisên Îso çalakvanekî ku ji welat û doza xwe hez dikir e, ku ev sedema sereke ya revandin û windakirina wî di wan salên dirêj de, mîna bi deh hezaran Sûrî.
Gedo daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li ser rêjîmê bisepînin da çarenivîsa Hisên Îso û kesên girtî û windakirî yên mayî di girtîgehên wê de diyar bike, û dest bi dadpirsîna tawankaran bê kirin û nehêlin ji sizadanê rizgar bibin.
Li gorî rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, girtiyek din ku ligel Hisên Îso bû û piştre hat berdan, ji malbata wî re gotiye ku karbidestan Hisên di Kanûna 2012an de veguhest Şaxa Îstixbarata Hêza Asîmanî li devera Mezê li Şamê. Wî herwiha got ku dema wî Hisên dît di nêvî re felc bibû, û dema bijîşkekî di girtîgehê de Hisên muayene kiribû û gotibû ku ziyan gihaye damarên pişta wî.
Herweha çalakvan û girtiyê berê Şepel Îbrahîm li ser rûpela xwe ya kesane belav kiriye ku ew bi Îso re li Şaxa Ewlekariya Asmanî ya rêjîmê li parêzgeha Dêrezorê bû, li wir çavên wî girtî û li ser lingên xwe rawestiyayî bû, kelepçekirî bo Şamê di bin çavdêriya ewlekarî ya tund de hat veguhestin, û li wir rastî riswakirin û lêdanê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî