Desteya Jinên Sûrî piştî pesendkirina rêziknameya xwe, di du rojên înê û şemiyê, 30 û 31ê tebaxa 2024an de, bi awayekî fîzîkî û ji dûr ve li Gazîentab, Riha û Bakurê Sûriyê, civîna xwe ya rolane ya yekemîn li dar xist, bi armanca temamkirina rêxistinkirina kar û komîteyên xwe û diyarkirina xebat û çalakîyên qonaxa bê.
Ev civîn di çarçoveya “Projeya Bikarînkirina Siyasî” de, bi hevkariya Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, û bi amadebûna Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, çavdêra karê desteya jinên Sûrî Dîma Mûsa û endama Hevbendiya Niştimanî Perwîn Remî hat lidarxistin.
Civînê behsa temamkirina desthilatkirina Desteyê û pêşxistina karê wê yê navxweyî kir, her weha kar û stratejiyên wê yên paşerojê gotûbêj kirin. Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa dest bi civînê kir piştî tekezkirina amadebûna rêjeya yasayî, pişt re karname diyar kir û kurtîyek li ser pêşhatên dawî yên siyasî li ser asta herêmî û navdewletî pêşkeş kir.
Beşdaran mijarên bi bandor yên weke karê Hevbendiya Niştimanî, û hewlên aktîvkirina piroseya siyasî li gor biryara 2254, her weha başkirin rewşa devera bakurê Sûriyê û pêşxistina wê gotûbêj kirin. Di heman çarçoveyê de debara jiyanê li Bakurê Sûriyeyê û hin bûyerên dawî yên di civaka Sûriyeyê de belav bûne hatin nîqaşkirin, û endamên Desteyê di derbarê hin mijaran de pêşniyarên xwe ji Hevbendiyê re pêşkêş kirin.
Di civînê de li ser komîteyên xebatê yên ku hatiye biryardan di nava Desteya Jinê de bên avakirin nîqaşên berfireh hatin kirin, û beşdaran pêşniyarên girîng pêşkêş kirin, di nav wan de amadekirina nivîsekê li gorî armanc, nêrîn û pirensîpên Desteya Jinên Sûrî, û amadekariyên civînekê ji bo hilbijartinên ofîsa hevrêzkariyê û avakirina kanalên têkiliyan yên tekûz.
Endamên Desteyê tekezî li ser giringiya bihêzkirina peykera xwe ya rêxistinî kirin ji bo ku bêhtir amade be ji rûbirûbûna kêşeyên paşerojê re, û misogerkirina gihiştina armancên xwe bi awayekî karîger û bi bandor, bi taybet beşdariya siyasî ya jinên Sûrî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî