Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma hişyarî da li ser hewildanên berdewam yên rêjîma melayan ya Îranê ji bo guhertina nasname û çanda Sûriyê, bi taybetî li Şama paytext, da rêjîma melayan karibe bêtir deverên Sûriyê kontrol bike û dest deyne ser sermayê aborî û xizmetguzarî.
Rahma di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku Îran hewl dide hebûna xwe ya leşkerî bi awayên çandî, civakî û xizmetguzarî bihêz bike, ji ber fişarên navdewletî ên mezin û nerazîbûna ji hebûna wê ya leşkerî li Sûriyê.
Rehma eşkere kir ku hewlên vê dawiyê ji bo dîtina rêyên hevkariyê di navbera Îran û rejîmê û hevrêzkirina kar di navbera wan de, bi armanca belavkirina projeya mezhebî ya rejîma mezhebî ye, û jinavbirina nasnameya Şamê û misogerkirina mana milîsên mezhebî û alîgirên Îranê li deverê.
Rehma tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e helwêst û roleke sereke ya Komkara Erebî hebe ku van projeyan red bike, kar ji bo parastina nasnameya Sûriyê û Şama paytexta wê bike û rê li Îranê û cîbicîkirina ajandayên wê yên ku ji aliyê her kesî ve hatine eşkerekirin bigire.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî