Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, pîrozbahî li hemû xelkê parêzgeha Dêrezorê kir bi boneya rizgarkirina axa wan ji çeteyên Esed, milîsên mezhebî yên Îranî û herî dawî jî ji milîsên PYD yên terorîst û tekez kir ku bi azadkirina Dêrezorê, kêfa Sûriyan temam bû.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku Dêrezorê yek ji wan parêzgehên ku li dijî rêjîma Esed serî hildabûn e, û xelkê wê ji yên pêşîn bûn ku berevanî di ber parêzgehên şoreşger de kirine û pir derdê tawanên rêjîma Esed, milîsên mezhebî yên Îranî, DAIŞ û herî dawî jî milîsên PYD yên terrorist kişandin.
Berekat tekez kir ku cenga rizgarkirinê dê berdewam be heta Reqa, Hesekê û Qamişlo jî werin rizgarkirin, xwediyên erdan vegerin malên xwe, û stemkarî ji ser hemû gelê Sûriyê were rakirin û qonaxa avakirina Sûriyê bi beşdariya gelek aliyên Sûriyê dest pê bike, û dest bi avakirina Sûriyê bi beşdariya hemû pêkhateyan bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî