Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ku çarenivîsa hemû rêxistinên terorîst li rojhilatê Feratê bazdan e wek ku Beşar Esed kir, ji bo aware û penaberên wan deveran karibin vegerin mal û xizmên xwe, wek ku li herêmên din ên Sûriyê çêbûye.
Berekat di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bal kişand ser wê yekê ku parêzgehên Reqa, Hesekê û Qamişloyê wê azad bibin û ji gelê xwe re vegerin, da ji aliyê wan ve bi beşdariya hemû mezheb, etnîk û olan bên birêvebirin.
Berekat diyar kir ku Sûriyeyî li ser yekparebûna xaka Sûriyeyê, derxistina hemû rêxistinên terorîst û vegerandina ewlehî û aramiya welat li hev kirine û bal kişand ser wê yekê ku di demeke nêz de parêzgeha Reqa bi temamî were rizgarkirin.
Berekat anî ziman ku rizgarkirina Reqa dê mîna hemû herêmên din be, ji ber ku dê dezgeh û saziyên navdewletî bên parastin, milkên giştî û yên taybet dê bên parastin û tu kiryarên tolhildanê li dijî ti pêkhate û aliyekî nayên kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî