Thursday, May 22, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

El-Behra: Em piştgiriya hikûmeta El-Beşîr dikin û em ê roja hevdîtinê bi fermandariya operasyonên leşkerî yên li Şamê re diyar bikin

December 17, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
El-Behra: Em piştgiriya hikûmeta El-Beşîr dikin û em ê roja hevdîtinê bi fermandariya operasyonên leşkerî yên li Şamê re diyar bikin

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî piştgiriya hikûmeta demkî dike, ya ku ji bo dabînkirina pêdawîstiyên serekî, berdewamiya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û karê dezgehên dewletê û nehiştina rûxandina wan herweha  dabînkirina ewlehiya welatiyan hatiye avakirin.

El-Behra di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Erebiye ragihand, ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kar dike ji bo piştgiriya navdewletî ya pêwîst ji hikûmeta Mihemed El-Beşîr re peyda bike.

El-Behra tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî beşek sereke ji prosesê ye, ji ber ku komên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku beşek in ji Hevbendiya Niştimanî, di odeya operasyonên leşkerî yên hevbeş de bûn û beşdarî di rizgarkirina Sûriyê de kirin, û Hevbendiya Niştimanî karê xwe yê siyasî bi temamî dike.

El-Behra amaje bi wê yekê kir ku daxuyaniyên Hevbendiya Niştimanî di heyama borî de hatine belav kirin, hatine şêwandin, û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî daxwaza cîbicîkirina tiştê mayî ji biryara 2254 dike derbarê proseya veguhestina siyasî de ku di xala 4ê ya biryarnameyê de hatiye diyarkirin, wek nexşerêya ku bihêle xelk xwe birêve bibin, ji ber ku yê ku di cîbicîkirina vê biryarê de bû asteng, rêjîma Esed bû, û got ku piştî rûxandina rêjîmê, cîbicîkirina biryarê tenê ji aliyekî ve ye ku hêzên siyasî, leşkerî û sivîl ên şoreşê ne.

El-Behra bal kişand ser wê yekê ku cîbicîkirina biryarê berjewendiyek hevbeş a gelê Sûriyê ye, û ew dê bibe piroseya diyaloga Sûrî-Sûrî, di navbera hêzên şoreşger û opozisyonê û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de bêyî ku ti kesî ji xwe dûr bixe.

Û tekez kir ku giringiya biryarê ew e ku wê pîvanên avakirina desteya rêveberiya veguhêz diyar kirin, li gorî kar û dema wê, û pêwîstiya wê bi wê yekê ku hemû Sûriyan di nav xwe de bihewîne, û pêbawer be û ne li ser bingeheke mezhebî û di çarçoveya demeke naskirî de be.

Derbarê naveroka biryara 2254 de, El-Behra amaje bi wê yekê kir ku beşa yekem a biryarnameyê ku xala danûstandinê di navbera her du aliyan de dihewîne, bi rûxandina rêjîmê re cihê wê nemaye û niha tenê yek alî heye, lê wî tekez kir ku beşê duyem ê biryarê neguheriye, û behsa qonaxa veguhêz ber bi Sûriyeya paşerojê ve bi destûr û sîstema wê ya nû ya demokratîk dike.

Derbarê peywendiya di navbera Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Operasyonên Leşkerî de, amaje bi wê yekê kir ku di qonaxa veguhêz û avakirina desteya rêveberiya veguhêz de dê danûstandin di asteke baş de be, ji ber ku divê em bi yekrêzî kar bikin, û Hevbendiya Niştimanî hewil dide ku demekê ji bo hevdêtina di navbera serkirdayetiya hevbendiyê û serkirdayetiya Desteya Operasyonên Leşkerî de destnîşan bike.

Serokê Hevbendiyê diyar kir ku cîbicîkirina biryara 2254 ya mayî dê alîkariya rakirina sizayan ji ser Sûriyê bike, ku em ji niha ve daxwaza rakirina wan dikin, ji ber ku rêjîma tawankar hatiye derxistin û serokê wê ji welat reviyaye her weha ew yek dê piştgirî û veberhênanê li Sûrîyê çêbike, û îro pêdivî bi piştgirîya hemî bira û hevalan heye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share2TweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji civaka navdewletî dike ku sizayan ji ser Sûriyê rake

Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji civaka navdewletî dike ku sizayan ji ser Sûriyê rake

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.