Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, diyar kir ku Îran, milîsên wê yên mezhebî û milîsên Hizbullaha terorîst deverên sivîlan li Sûriyê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek ji sivîlên bêguneh li deverên cuda hatin kuştin.
Ebdulmecîd di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser wê yekê ku pirojeya xirab a Îranê ya li ser bingeha binpêkirinê û peydakirina nakokiyan û belavkirina mezhebperestiyê hatiye avakirin, wêranî anî Sûriyê û welatin din û aramî û hêminî nehiştin.
Ebdulmecîd tekez kir ku Îran, milîsên wê yên mezhebî û milîsên Hizbullaha terorîst hatine Sûriyê ji bo berevaniyê di ber desthilata diktator a Beşar Esed bikin, sivîlên bêguneh bikujin û şoreşa Sûriyê serkut bikin, ku di 13 salên borî de bûye sedema tawanên hovane yên berbefireh.
Berekat tekezî li ser wê yekê kir û got ku pêwîst e civaka navdewletî li hember tawanên Îranê li Sûriyê û navçeyê karekî cidî bike, û kar ji bo aktîvkirina proseya siyasî li Sûriyê bike ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî