Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Ebdulmecîd Berekat, matmayîna xwe diyar kir derbarê ku Amerîkayê Rêjîma Esed nexiste nav lîsteya welatên berhemhênerên madeyên hişber tevî ku Encûmena Nûnerên Amerîka yasaya “Captagon 2” pesend kiriye, ku rê dide dadpirsîna rêjîmê û torên pêve girêdayî û hemû kesên ku çalak in di bazirganiya madeyên hişber de.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ku hemû lêkolînên çapemenî û navdewletî tekezî li ser beşdarbûna rêjîma Esed di çêkirin û bazirganiya madeyên hişber de kirin, ji bilî bikaranîna wan ji aliyê rêjîmê û milîsên girêdayî wê ve ji bo fînansekirina makîna xwe ya leşkerî ya li dijî gelê Sûriyê şer dike.
Berekat tekez kir ku ne pêkan e Esed tometbar nebe û nebe berpirs di ber bazirganiya madeyên hişbir de, ji ber ku ew dê beşdarî ti proseyeke siyasî ya rastîn nebe, û ne jî guhertina siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên li ser Sûriyê qebûl bike, bêyî ku aliyên navneteweyî wê neçarî vê yekê bikin.
Di yadnameyekê ku Koşka Spî ji Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken re şandiye de, behsa Sûriyê û rêjîma Esed nekiriye wek berhemhênerê madeyên hişber.
Di yadnameyê de hat gotin ku “welatên jêrîn wekî welatên sereke yên veguhestina madeyên hişbir an hilberîna wan, neqanûnî têne nas kirin (di nav de welatên ku çavkaniyek rasterast a girîng a kîmyewî ne û di hilberîna hin derman û madeyên, ku bandorek girîng li Amerîkayê dikin, têne bikaranîn).”
Di lîsteya welatan de ev welat hebûn: “Afganîstan, Giravên Bahama, Belîz, Bolîvya, Burma, Çîn, Kolombiya, Kosta Rîka, Komara Domînîk, Ekvador, El Salvador, Guatemala, Haîtî, Honduras, Hindistan, Jamaîka, Laos, Meksîka, Nîkaragua, Pakistan , Panama, Peru, Venezuela.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî