Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekezî li ser giringiya rola Emerîkayê di pêkanîna çareseriyeke siyasî de li Sûriyê li gorî biryara 2254 kir, û amaje bi wê yekê kir ku gihiştina çareseriya siyasî kare hemû pirsgirêk û qeyranên mirovî yên ku Sûriye tê re derbas dibe çareser bike.
Ev yek di civîneke şêwirmendiyê ya Desteya Danûstandinan a Sûrî ligel şandeke pilebilind a Wezareta Derve ya Amerîka li paytexta Enqereya Tirkiyê hat, ku tê de nêrînên li ser çareseriya siyasî û pêwîstiya dîtina mekanîzmayên neçarkirinê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsgirêka Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî Bedir Cemûs, Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa, Sekreterê Desteya Danûstandinan Sefwan Akaş, endamên desteya danûstandinan Îbrahîm Biro û Henadî Ebû Ereb amade bûn.
Di civînê de ji aliyê Amerîka ve, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk, Barbara Leaf, Cîgira Alîkara Wezîrê Derve bo Karûbarên Şam û Rojhilata Nêzîk li Wezareta Derve ya Amerîka, Natasha Franceschi û rêvebera Platforma Herêmî ya Sûriyê li Wezareta Derve ya Amerîka, Nicholas Granger, amade bûn.
Di hevdîtinê de, El-Behra tekezî li ser giringiya rola Washingtonê di aktîvkirina proseya siyasî li Sûriyê de û cîbicîkirina veguhestina siyasî li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî kir, û amaje bi pêwîstiya dabînkirina pêdiviyên Sûriyan di dema berdewambûna qeyrana mirovî ya tund de, ku di heman dema kêmbûna alîkariyên mirovî û rêjeya cîbicîkirina sozên welatan de ye.
Her wiha El-Behra tekez kir ku koka qeyranên mirovî yên ku Sûriye têre derbas dibe siyasî ye, û tekane çareseriya mayînde ew e ku li ser bingeha cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî yên girêdayî Sûriyê be, bi taybetî biryara Encûmena Ewlehiyê ya jimare 2254 a sala 2015an.
Ji aliyê xwe ve, Lîv tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji pêkanîna hêviyên Sûriyan bi rêya çareseriyeke Sûrî ya berfireh re li gor biryara 2254 kir. Û herdû aliyan tekezî li ser pêkanîna hevdîtinan ji bo piştgiriya dosya Sûriyê û çareserkirina astengiyên li pêşiya çareseriya siyasî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî