Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, roja pêncşema bûrî, civîna xwe ya asayî lidar xist, û pêşhatên meydanî û rewşa siyasî li Sûriyê gengeşe kirin, û li raportên ofîs, deste û girûpên kar û nerînên derbarê metirsiyên berfirehkirina qeyranên herêmê û bandora wan li ser rewşa Sûriyê guhdarî kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra şiroveyek pêşkêş kir, tê de behsa encamên gera xwe ya li herêmên rizgarkirî yên Girê Spî, Serê Kaniyê û Cindrêsê kir, ew sardana ji bo agahdarkirina xelkê me yên li wan deveran bi pêşhatên dawî yên siyasî û rewşa Sûriyê û kêşe û derfetên ku heye di encama bûyerên li welatên herêmê û cîhanê rû didin peyda bibin, û guhdarîkirina li pêdiviyên wan û şert û mercên jiyana wan û zehmetî û pirsgirêkên ku dikevin riya wan de.
El-Behra her wiha behsa serdana Enqere, paytexta Tirkiyê kir, ya ji bo hevdîtinên cuda bû li gel Wezareta Derve ya Tirkiyê û şandeke pilebilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê di çarçoveya civînên Desteya Danûstandinan a Sûriyê de bi mebesta guftûgokirina pêşhatên piroseya siyasî û rêyên aktîvkirina wê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî rewşa Sûriyê.
Serokê Desteya Danûstandinan a Sûriyê, Bedir Cemûs, di wê civînê de beşdar bibû, û şiroveyek berfireh li ser civînên dawî û çalakiyên desteyê, û haziriyên ku ji bo amadekariya civînên Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê di dawiya vê mehê de pêk tîne, pêşkêş kir.
Jî hêla xwe ve cîgirê serokê Hevbendiyê Ebdulmecîd Berekat şiroveyek li ser erk û çalakiyên ku pêk anîne pêşkêş kir, têde behsa xelatkirina şagirtên serketî di ezmûnên dibistana duwenavendî de li herêmên rizgarkirî yên sala 2024`an kir, her weha li ser civîna ku wî li navenda Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê, ya tevlî endamên Hevbendiya Niştimanî û Cîgirê Encûmena Xwecihî ya bajarê Efrînê lidar xistibû axivî, û di civînê de tekezî li ser pêwîstîya piştgirîkirina saziyên fermî û kombûna li derdora wan di qonaxa niha de kirin.
Herwiha raporta Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdulhekîm Beşar hat gotûbêjkirin, ya derbarê hevdîtinên wî yên bi kesayetiyên niştimanî yên Sûrî yên ji aliyên siyasî yên cuda û çalakvanên Sûrî yên li welatên Ewropî re bû, ji bo agahdarkirina wan bi pêşhatên piroseya siyasî, rola Hevbendiya Niştimanî û karê wê di qonaxa niha de.
Beşdaran dosya siyasî, bi taybetî şerê li ser Xezayê û texmîna berfirehbûna wî ber bi Libnanê de, û teqînên di amûrên peywendiyan yên endamên milîsên Hizbullah a terrorist de li ser destê hêzên ewlekariya Israîla dagîrke, ku dibe destpêka guhertineke rasteqîne di dîroka şeran de be, gotûbêj kirin.
Kesên beşdar hilbijartinên dahatî yên Amerîkayê û bandora wan li ser dosyên sereke yên navneteweyî gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî