Bi dehan şêniyên bajarê Casim, li bakurê Deraayê, xwenîşandan kirin ji bo redkirina serastkirina bi darê zorê ya ku rêjîma Esed hewl dide wê li ser cudabûyên ji rijêmê yên bajêr ferz bike.
Xwepêşanderan pankartên bi nivîsa: “Xwedê her kesê ku bi wan re li hev were rast neke”, ji ber ku rêjîma Esed hewl dide serastkirineke nû ya bi darê zorê ferz bike, ku bi rêya wê hewl dide kesên jê cuda bûne vegerîne û wan tevlî hêzên xwe bike.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Basil Xinêm tekez kir ku rêjîm hewl dide ku kontrola xwe li ser parêzgeha Deraa ferz bike, û dev ji serastkirinên bi darê zorê yên berê berde, û serastkirinên bi darê zorê yên nû pêk bîne da rê dide wê ku şoreşgeran bi ser xwe ve bîne û biryarên xwe bi temamî li ser herêmê ferz bike.
Xinêm dûr nedît ku ev pêngav bi fermana Îranê ku eniya xwe li Libnanê ji dest dide bin, û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste helwêstek eşkere ya navnetewî hebe ji bo rêgirtina li têkdana aramiya deverê û kar bibe bo aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî