Du xortên ji parêzgeha Deraayê di bin îşkenceyê di zindana Seydnaya ya leşkerî ya rêjîma Esed de mirin, piştî ku nêzîkî du salan girtî bûn.
Malpera Kombûna Houran a Azad got ku her du xortên bi navê Habis Nehab El-Şaman û Udey Semîh Ebû Xeşrîf di bin îşkenceyê de di zindanên Esed de hatin kuştin, piştî du salan ji girtinê.
Girûpê bal kişand ser wê yekê ku Şaman ji gundê Şaara yê devera El-Lejat e, û endamê koma Lîwayên El-Omerî ya girêdayî Artêşa Azad bû, lê hêzên rêjîmê ew girtin piştî ku wî peymana serastkirina neçarî îmze kiribû û vegeriyabû jiyana sivîl.
Kombûnê diyar kir ku malbata Şaman cenazeyê wî roja Şemiyê 21ê Îlonê ji hêzên rêjîmê wergirt.
Rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku Udey Semîh Ebû Xeşrîf, ji bajarokê El-Şebraq yê li rojavayê Derayê ye, zêdetir ji du salan di zindana Seydnaya de girtî bû û roja Şemiya borî malbata wî nûçeya mirina wî di bin îşkenceyê di girtîgeh Seydnaya de wergirt.
Kombûnê amaje kir ku xizm û kesên nêzîkî her du qurbaniyan piştrast kirin ku ew rastî îşkenceyeke sîstematîk hatine ku bû sedema mirina wan piştî çend mehên êş û azaran.
Tevî hemû bangên navdewletî ji bo berdana girtiyên di zindanan de û eşkerekirina çarenivîsa windayên bi zorê, rêjîma Esed van bangawaziyan red dike û bê rawestan operasyonên xwe yên girtinê didomîne.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî daxwazên xwe ji civaka navdewletî nû kirin ku berpirsiyariya xwe li hember girtiyên Sûrî yên di binê zindanên rêjîma Esed de hilgire, û tiştê ku serbestberdan û parastina wan misoger bike pêk bîne, û berpirsiyarên di ber kiryarên neyasayî û tawankarî de siza bide.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da li ser berdewamiya xemsariyê û erzan dîtina xwîna sûriyan, û dît ku her kesê ku alîkariya wan neke beşdariyê di tawankariyên ku li dijî wan hatine kirin de dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî