Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêzên Esed û hevalbendên wê duh bi topbarana rasterast li ser malên nişteciyan tawaneke cengê ya nû li dijî sivîlan li gundê Kefraya li gundewarê Idlibê pêk anîn, di encamê de 5 sivîl hatin kuştin û 12 yên din, zarok û jin jî di nav wan de hebûn, birîndar bûn. Û di heman demê de gelek bajarok li gundewarên Idlib û Helebê jî hatin topbarankirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ko Rêjîma Esed di dema aloziyên mezin li deverê de, hîn jî berdewam e di tawan û komkujiyên xwe yên li dijî sivîlan de, û sûdê ji mijûlbûna navdewletî û rewşa bêcezamanê û têkçûna civaka navdewletî di dîtina mîkanîzmayên parastina sivîlan li navçeyên rizgarkirî dibîne, û tekez dike ku ewlehiya herêmê girêdayî jinavbirina gefên rêjîmê û milîsên ku piştgiriya wê dikin, ên ji 13 salan ve di çêkirina qeyranan de berdewam in.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji civaka navdewletî dike ko vê tawana cengê ya ko ji aliyê hêzên Esed ve bi alîkariya milîsên Îranî û Libnanî hatiye pêkanîn, şermezar bike, û mîkanîzmeke navdewletî ya bibandor ji bo parastina sivîlan bibîne û milîtanên terrorist derxînin, û rêjîma Esed siza bidin li ser dosya wê ya mişt tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê, û pêkanîna çareseriyeke siyasî li gor biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013) yên Encûmena Asayişa Navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
24 Îlon 2024