Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Mihemed Selîm Xetîb, hişyarî da ji rêkarên rêjîma Esed ji bo hêsankirina hatina endamên milîsên Hizbullaha terorîst û malbatên wan bo Sûriyê, û amaje bi wê yekê kir ku dibe ev yek berdewamiya projeya guhertina demografîk be, ya ku rejîm û Îranê ji berî çend salan de dest pê kirine.
El-Xetîb di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku pêşwazîkirina penaberên sivîl ên Libnanî yên ku beşdarî di tawan û binpêkirinên li dijî Sûriyan de nekirine, karekî mirovî ye ku her sûrî dê ji ber xwe ve bike, wek ku berê jî gelek caran bi kesên welatên wan tûşî şer û cengan bûne re kirine.
Lê El-Xetîb hişyarî da ku dibe rêjîma Esed êrîşên Israîlê yên li dijî Libnanê bi kar bîne ji bo malbatên milîsên Hizbullaha terrorist bicî bike û hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê xurt bike û pirojeya guhertina demografî temam bike ji bo kontrola xwe ji Sûriyê re garantî bike.
El-Xetîb diyar kir ku dibe rêjîma Esed sûdê ji derxistina milîsên Hizbullah ji başûrê Libnanê werbigire, û ji wan re cihên niştecihbûnê di malên penaberên Sûriyê de peyda bike, rewşeke defakto peyda bike ji bo rê li ber vegera penaberên Sûrî bigire, û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê û gihandina çareseriyeke siyasî li gor wê aloz dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî