Şandeke Desteya Danûstandinan a Sûrî li kêleka civînên Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî di civînên xola wê ya 79mîn de li New Yorkê, çend civînan ligel nûneratiyên dîplomatîk ên li Neteweyên Yekbûyî lidar dixe, ji bo tekezkirina li ser giringiya aktîvkirina proseya siyasî û gihiştina çareseriyeke siyasî li gor biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rewa.
Şande ji serokê desteya danûstandinan ya Sûrî Bedir Cemus, serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa, herweha endamên Desteyê Sefwan Ekaş, Cemal Silêman, Fedwa El-Ecîlî, Dîma Mûsa û Enes El-Abdeh pêk dihat.
Şanda Desteyê bi şandên Amerîkî, Fransî, Almanî, Holandî, Çekî, Maltayî û Qeterî re civiya û li ser hewlên ji bo komkirina helwestan da bandorê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bikin axivîn, bi armanca livandina proseya siyasî ya ku Rêjîma Esed wê asteng dike, û rêyên pêkan ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî, û di serî de daxwiyaniya Cenêvê û biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254.
Şanda Desteyê behsa berdewamiya rijêma Esed di siyasetên tawankarî û tepeserkirinê yên li dijî gelê Sûriyê de û nebûna jîngeheke ewle li Sûriyê ku rê bide penaber û derbideran bi awayekî ewle û gerantîkirî vegerin malên xwe kir.
Şanda Desteyê bal kişand ser giringiya kar ji bo pêşvebirina piroseya siyasî û danûstandinan ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254, û tekez kir ku xwenêzîkirina ji rêjîma Esed li derveyî çarçoveya piroseya siyasî ya berfereh ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaber, teror û madeyên hişber, ku di salên bûrî de bi sedema rejîmê xirabtir bûne, bê sûde ye.
Şandeyê tekezî li ser pêwîstiya piştgirîkirina piroseya siyasî li gor biryarên navdewletî kir, ku ew bi tenê dikare bibe sedema çareseriyeke siyasî ya giştgîr a daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, û tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna fişarê ji aliyê civaka navdewletî ve kir, ji bo gihiştina çareseriya siyasî li Sûriyê û girtina rê li ber astengkirinên rejîmê.
Herwiha tekezî li ser giringiya rola civaka navdewletî kir ji bo piştevanîya çareseriya siyasî li Sûriyê û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji Sûriyan re, û rola ku Encûmena Ewlekariyê û Encûmena Giştî dikarin bilîzin di çêkirina mekanîzmayên neçarkirinê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsgirêka Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî