Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, tekez kir ko rêbazên xwendinê yên ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve li navçeyên di bin destê wê de hatine sepandin, bandorên wê yên nerênî li ser tevna civakî ya Sûriyê hene, nemaze ku dê û bav red dikin zarokên xwe li gor rêbazên îdeolojîk ên dûrî civaka Sûriyê û çand û dîrok û kelepûrê wê perwerde bikin.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku ev milîs hewl didin ramanên ciyawazî yên şêwandî yên li gor nijadperestiyê di serê zarokan de biçînin, bi rêya rêbaz û sloganên serê sibehê yên ku şikodariyê didin hin kesên ne Sûrî, û ramanên dûrî nasname û çanda Sûriyê ya li ser lihevbûrîn û aştiyê ava bûye belav dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, duh, pêncşemê, xwepêşandan li bajarê Minbicê hatin lidarxistin, ji bo redkirina rêbazên xwendinê yên ku ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve li deverên di bin kontrola wê de li rojhilatê çemê Firatê hatine ferzkirin.
Ajansê ragihand ku xwendekarên Minbicê redkirina xwe anîn ziman ji pirtûkên dersê re yên ku ji aliyê van milîsan ve di destpêka sala nû ya xwendinê de li dibistanan hatine belavkirin.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne, diyar dikin ku xwendekar endamên milîsên PYDê diqewitînin, dema hatin dibistana wan da pirtûkan li wan belav bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî