Hevrêzkarê Grûpa Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, amaje bi wê yekê kir ku rêjîma Esed 24 biryarên lêborînê ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de derxistine, ya dawî di 22 Îlona îsal de bû. Û tekez kir ku ev biryar ji aliyê rêjîmê ve wek alavekê ji bo lîstikên xwe yên siyasî û reva ji fişarên navdewletî hatin bikaranîn, bêyî guhertineke rasteqîn li Sûriyê were dîtin.
Bekûra di gotareke xwe ya li ser malpera Al Jazeera de, diyar kir ku dijberên siyasî û kesên ji artêşê cuda bûne, ku beşeke mezin ji gelê Sûriyê ne, nakevin ber wê biryarê de, an jî şert û mercên ku mirov bêje nepêkan in li ser wan ferz dike, û tekez kir ku ew ne bendewarên lêborîna stemarekî wek Beşar Esed in.
Bekûra da zanîn ku biryarnameya herî dawî ya hejmara wê (27) e, pir ji yên beriya xwe ne cuda ye, ji ber ku tawanên her dem ew dijberên xwe yên siyasî û opozisyonê pê tawanbar dike, wek teror û xiyaneta mezin, neketine ber wê biryarnameyê de.
Her weha got ku biryar daxwazê ji kesên cudabûyî dike ku xwe di wan demên diyarkirî de radest bikin, bêyî ku ti garantîyek ji bo ewlehî û mafên wan ên yasayî peyda bibin, ji ber ku dezgehên ewlekarî di cîbicîkirina biryarnameyê de serdest in, bêyî ku çavdêriyeke dadwerî ya serbixwe hebe, û ev yek derî li ber binpêkirinên mezin ên mafên mirovan vedike.
Bekûra tekez kir ku ev rewş tunebûna baweriyê di navbera gelê Sûriyê û rêjîmê de xurt dike, nemaze piştî ku hinan biryarên efûyê yên berê bawer kirin û vegeriyan deverên di bin kontrola rêjîmê de, û li wir rastî girtin, îşkencekirin û windakirina bi zorê hatin, û hinek ji wan jî piştî demeke kurt laşên wan bo malbatên wan hatin radestkirin.
Bekûra amaje bi wê yekê kir ku van serborên bi êş hişt gelê Sûiryê, çi li hundurê welat û çi li welatên penaberiyê, têbigihêjin ku ev biryarname tenê ji bo lîstikên siyasî ne, bi armanca başkirina wêneyê rêjîmê li pêşberî civaka navdewletî, bêyî ku guhertineke bi rastî di helwesta rêjîmê de hebe.
Bekûra diyar kir ku di vê rewşê de penaberên Sûrî rastî fişarên ku roj bi roj zêde dibin tên, ji bo vegerin welatê xwe, ku hin aliyên dijî penaberan hewil didin biryarnameyên lêborînê bi kar bînin da ku fişarê li wan bikin, û medyayê bikar tînin ku van biryaran wek gavên rasteqîn ên peydakirina jîngeheke ewle ji vegera penaberan diyar bikin.
Û dît ku armanca van lîstikan peydakirina bêserûberiyê û fişara civakî li ser penaberan li welatên penberiyê ye, û dihêle hin penaber biryara vegerê bi awayekî bê bingeh bidin bêyî ku zanibin çi metirsî li pêşiya wan hene.
Bekûra tekez kir ku ji mafê penaber û derbideran e biryara çarenûsa xwe bidin, û li ne benda lêborîna rejîma ku bû sedema bobelata wan in. Û got ku vegera bêyî garantiyên navdewletî hebin, metirsiyeke mezin e, heye ku bibe sedema girtin an kuştina kesên ku vegerin.
Û ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafên mirovan xwest ku kar bikin ji bo dabînkirina parastina yasayî ji wan re, û tekezkirina li ser prensîpa ku çênabe kes bi darê zorê were vegerandin, û pêşkêşkirina piştevaniya derûnî û civakî ji wan re da karibin serederiyê bi fişar û kêşeyên ku rastî wan tên re bikin.
Bekûra tekez kir ku dema rijêm xwe nêzî prosesa siyasî dike, nahêle ti pêşketin çêbibe, û dît ku dana derfetên zêdetir jê re ji bo reftarên xwe biguhere, windakirina demê ye, û daxwaza giringîpêdana cîbicîkirina biryarên navdewletî kir ji bo sepandina fişarê li ser rêjêmê da dest pêvajoyeke siyasî ya rasteqîn bibe, a ku maf û daxwazên gelê Sûriyê garantî dike.
Bekûra amaje bi wê yekê jî kir ku bêyî çareseriya siyasî dê krîzên Sûriyê berdewam bin, êş û azarên bi milyonan welatiyên Sûriyê li hundir û derve dê bimînin û aştî û aramî pêk nayên.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî