Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kiryar û binpêkirinên mezhebî yên ku nameyên kîn û nefretê di wan de hene ji bo sorkirina li dijî sivîlên ku li deverên di bin kontrola rijêmê û milîsên piştgirên wê de li Sûriyê dijîn şermezar dike, ew binpêkirinên ku milîsên mezhebî yên terrorist ên ji nijadên curbecur ên bi ser rêjîma Îranê ve li parêzgeha Himsê ya Sûrî pêk tînin. Ew li hevdû kom bûn û meşiyan û pankart û sloganên milîsên ku bi dirêjiya salên bûrî beşdarî di tawanên cengê de li dijî sûriyan kirine û bi hezaran ji wan koçber kirine bilind dikirin û kiryarên wêrankirinê pêk tanîn piştî ew bûyerên ku vê dawiyê li Libnanê rûdane.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ev tevdan û binpêkirin bandorê li ewlehiya sivîlan dike, û li navçeyên di bin kontirola rêjîmê û milîsên mezhebî yên terorîst ên ku rêjîma Esed û ya Îranê piştgiriya wan dikin û wan li dijî sivîlan sor dikin û rêbaza stemkarî û tepeseriyê zêde dikin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku Rêjîma Esed û ya Îranê berpirs in di ber binpêkirin û tawanên li dijî sûriyan pêk tên, çi li Sûriyê û çi li Libnanê be, û dibêje ku berpirsiyariya sereke dikeve ser milê rêjîma Esed ya ku serweriya Sûriyê xist bin lingan de û ew milîs anîn Sûriyê û jîngehek ji bo bicîkirina wan dabîn kir, û di heman demê de welatiyên Sûriyê ji vegera bo welat bêpar kirin bi riya çewisandina wan kesên ku vegeriyan û girtina wan bi behaneya tawanên cuda. Her wiha hişyariyê dide rêjîma Esed li ser berdewamiya siyasetên wê yên guhertina demografî li Sûriyê bi rêya bicihkirina malbatên bêtir ên endamên milîsên biyanî, mezhebî û terorîst di malên koçber û penaberên ku ew ji vegera devera wan bêpar kirine.
Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê dike ku penaberên Sûrî yên li Libnanê, û Sûriyên li navçeyên di bin kontrola rêjîma Esed de, bi hevkarîya ligel milîşên mezhebî yên tirorist yên Hizbullaha Libnanî yên li Sûriyê dijîn, rastî metirsiyeke giran tên, wek bersiva tolhildanê ya wan milîsan ji encama bûyerên vê dawiyê, ew bûyerên ku ti têkiliya wan Sûriyan pê tune ye, bi taybetî di dema ku gotara li dijî sûriyan li Libnanê gur bûye, her weha li dijî welatiyên sûrî yên li Sûriyê , û kesatiyin navdar ên libnanî li ser malperên medya civakî beşdarî tê de kirine.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî armanckirina sivîlên bêguneh û navendên giştî yên sivîl li Libnan, Sûriyê û her welatekî din şermezar dike, û daxwazê ji civaka navdewletî û welatên kartêker dike ku tedbîrên bibandor bistînin ji bo pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji hikûmeta Libnanî re da bikaribe sivîlan biparêze, di nav wan de penaberên sûrî yên li Libnanê, û jîngeheke ewle ji wan re dabîn bike, herweha daxwazê ji Encumana Ewlekariyê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve dike ku rêşûnên guncaw bikar bîne ji bo sivîlan û avahiyên wan dûrî şer bike ji bo dabînkirina ewlhî û saxelmiya wan, û daxwaz dike ku rijêm û milîsên bi ser wê ve sorkirina mezhebî li dijî sivîlan li hundirê Sûriyê rawestînin
Hevbendî tekez dike ku ev kirîzên li pey hev ên ji aliyê rejîma Îranê ve bi rêya alav û hevkarên wê ve ji berî bi dehên salan de tên afirandin ji bo têkdana aramî û hêminiya navçeyê, ku di encamê de bi milyonan sivîlên bêguneh hatin kuştin û bû sedema pêlên koçberkirina bi darê zorê, û rê li ber tundrewiyê xweş dike û milîsên terrorist ên ji dervî sînoran tên ava bike, da wan ji bo projeyên xwe bikar bîne û dest deyne ser deverê di riya belavkirina bêserûberiyê li welatên herêmê û çandina nakokîyan ji bo şer dûrî xaka xwe bihêle, û dahatên deverê wenda bike, ew dahatên ku dê ji bo geşepêdan û pêşketina deverê hatibana bikaranîn.
Sedema berdewamiya wan cengan li deverê, sistiya civaka navdewletî li hember wan siyasetên wêranker ên rêjîmên Sûriya û Îranê ye, û bicîneanîna biryarên navdewletî yên derbarê çareya siyasî li Sûriyê, ji bo avakirina Sûriyake ewle, aram,demoqrat di riya bicîanîna biryarên Encumena Ewlekariyê re, bi taybetî yên 2254(2015)û 2018(2013).
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 îlon 2024