Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe ya rolane ya ku îro sêşemê belav kiriye de, kuştina 50 sivîlî li Sûriyê di heyva îlona bûrî de belgeh kiriye, 13 zarok, 6 jin, 10 qurbanîyên bi sedema îşkenceyê di nav wan de hene.
Torê eşkere kir ku ji 23ê îlona 2024an heta 30ê heman heyvê, 96 penaberên Sûrî yên li Libnanê di êrîşên Îsraîla dagirker yên li dijî Libnanê de hatine kuştin, 36 zarok û 19 jin di nav wan de hene.
Rapora torê amaje bi wê yekê kir ku rêjîma Esed di meha îlona bûrî de 18 sivîl kuştine, 3 zarok û 2 jin di nav wan de hene, û bal kişand ser ku rêjeya qurbaniyan li parêzgeha Idlib û Helebê 24% ji hejmara giştî ya qurbaniyan di meha îlonê de bû, û ew rêjeya herî bilind di nav parêzgehan de bû.
Raportê behsa kuştina 10 kesan di bin eşkenceyê de di meha îlonê de kir, 9 ji wan li ser destê hêzên rêjîmê bûn, zarokek di nav wan de hebû, 1 li ser destê aliyên din bû, her weha kuştina karmendekî pizîşkî li ser destê hêzên rejîmê, belge kiriye.
Raporê bal kişand ser vê yekê ku ji ber bombebarana balefirên Îsraîla dagîrker li ser gelek deverên sivîl li Libnanê, bi sedan sivîl hatin kuştin ku herî kêm 96 penaberên Sûrî di nav wan de hebûn, 36 ji wan zarok û 19 jin bûn.
Li gorî raporê, di meha îlonê de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan herî kêm 10 êrîşên li ser navendên jiyanê yên sivîl tomar kirine, 9 ji wan li ser destê hêzên rêjîmê bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî