Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya îro çarşemê de ragihand ku herî kêm 206 haletên girtina kotekî, 9 zarok û 17 jin di nav wan de hene, di Îlona borî de hatine belgekirin, û amaje bi wê yekê jî kir ku rêjîmê 9 kesên ku bi zorê ji Libnanê hatine vegerandin girtine.
Rapora torê bal kişand ku 158 bûyerên girtinê ên di îlona bûrî de bûne windakirina bi zorê.
Torê eşkere kir ku rêjîma Esed berpirs e di ber girtina 128 kesan de, 4 zarok û 16 jin di nav wan de hene, di heman demê de milîsên PYDê yên terorîst 21 kes girtine, 3 zarok di nav wan de hene, her weha 19 girtin li ser destê Heyet Tehrîr El- Şam pêk hatine.
Raporê hejmara girtiyan di meha îlonê de li gor parêzgehan dabeş kir, û analîza daneyan diyar kir ku hejmara girtiyan ya herî zêde li parêzgeha Helebê bû, li dû wê Şam, li dû wê parêzgeha Gundewarê Şamê, dûv re Hema û Idlib, piştre Hums, piştre Deraa û paşê Dêrezorê.
Rapora torê destnîşan kir ku wê girtin şopandine û dîtiye ku hin penaberên ku ji Libnanê direvin ji ber êrîşên asmanî yên Israîla dagirker ya ku ji 23ê îlonê ve berdewam in tên girtin.
Raporê eşkere kir ku ew girtin li derwazên sînorî yên fermî û nefermî yên di navbera Libnan û Sûriyê de hatine pêkanîn, û piraniya wan hatine veguhestin bo navendên ewlekarî û leşkerî li parêzgeha Hums û Şamê. Torê girtina herî kêm 9 penaberan belge kiriye, piraniya wan ji parêzgeha Şamê ne, ji ber leşkeriya neçar û ya yedek.
Raporê diyar kir ku endamên hêzên rêjîmê hejmarek ji çalakvanan li bajarê Laziqiyê girtine, ji ber rexnekirina wan ji siyasetên ewlekarî û aborî yên rêjîmê re, û ew hatine birin bo navendên binçavkirinê li bajarê Laziqiyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kiribû ko rêjîma Esed dest ji girtina sivîlan bernade, û serederiya xwe ya tawankarî neguhertiye, ji ber ko rêjîma Esed girtin û eşkencekirina hovane wek yek ji awayên sizadan û tepeserkirina gelê Sûriyê bikar tîne, ji bo daxwaza azadîyê û gihîştina sîstemeke demokratîk nekin.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî