Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ko Rûsiya û rêjîma Esed operasiyonên xwe yên leşkerî li dijî navçeyên rizgarkirî li bakurê Sûriyê zêde dikin, di demekê de ku Israîla dagîrker êrîşî xaka Sûriyê dike û gefa derbasbûna başûrê Sûriyê dixwe.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku rêveberiya hêzên rêjîma Esed fermanek di pêncê vê meha cotmehê de derxistine û ragihandine ku ew nema kesî ji bo leşkeriya yedek dixwazin û ew ê rêz-efser û efseran di xizmetê de bihêlin, di demekê de ku raportên derbarê derbasbûna Îsraîla dagîrker bo nav axa Sûriyê di rêya eniya Quneytera re belav bûne, û tekez kir ku ev fermana rêvebirî çiraya kesk e ji aliyê rêjîmê ve ji dagîrkeran re û rê dide wê ji bo dagîrkirina xakê bêyî ku çi bertek an asteng hebin.
Berekat diyar kir ku gelê Sûriyê çi carî bi îdiayên rêjîma Esed bawer nebûye ku ew beşek ji tevgera berxwedanê ya li dijî Israîla dagirker e, lê îro ew piştrast bûne ku ev îdia derew in, û desthilata wê ya dîktatorî garantiyekê dide Îsraîla dagirker ku gelê Sûriyê pêş nekeve û çerxa wê ya pêşketinê raweste.
Berekat tekez kir ku rêjîma Esed ji gelê Sûriyê re eşkere bûye, û her kes piştrast bûye ku ew tenê xema desthilata xwe dixwe û ew take armanca wê ye, eger xelkê welat bi tevayî têk biçe yan welat were dagîrkirin an şewitandin jî.
Her wiha di du rojên bûrî de, li herêmên rizgarkirî li gundewarên Heleb, Idlib û Laziqiyê şerekî leşkerî rû daye, û çalakvanan û medyakariya xwecihî dîmenên êrîşên asmanî yên Rûsî li ser deverên cuda li gundewarê Idlibê û Girê Kabîna û gundewarê bakurê Laziqiyê ragihandin.
Û Berevaniya Sivîl jî ragihand ku topxaneyên hêzên rijêmê derdora bajarê Atarib, li rojavayê Helebê, berî nîvê şeva 15ê cotmehê, kirin armanc, herwiha 8 sivîl birîndar bûn, du zarok nav wan de hebûn, piraniya wan ji yek malbatê bûn, birînên hinan sivik û yên hinan orte bûn, di encama êrîşeke bi mûşekan bi16 topên hawnê, ji deverên kontirolkirina hevbeş a hêzên rêjîmê û milîsên PYDê hatibûn, riya ku gundê Um Adasa û yê Cûb El-Neasan ên gundewarê rojhilatê Helebê pev girêdide kirine armanc.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
Quneytra
Îsraîla Dagirker