Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ku rêkeftinên lihevhatina bi darê zorê ku li gelek navçeyên Sûriyê hatine encamdan, niha têkçûna xwe diyar dikin, ji ber ku ew mînakek ji têkçûna navdewletî re ye di warê serederiya cidî bi tiştê ku li Sûriyê çêdibe re, ji ber negihîştina çareseriyeke siyasî ya tevayî ku garantiya çareseriyeke mayînde ye ji bo hemû kêşeyên welat, û vegera ewle ya penaberan ya penaberan û aramiyê bo navçeyên curbicur dabîn dike.
Berekat diyar kir ku rewşa xirab a roj bi roj kambaxtir dibe li Deraayê, bombebarankirina Kanakerê li gundewarê Şamê di meha borî de û ya ku niha li Telbîse li gundewarê Humsê û Zakya li gundewarê Şamê pêk tê, ji tevaya cîhanê re eşkere dike ku rewşa van deverên peymanên lihevhatina bi darê zorê bi rêjîma Esed re îmze kirine, baş nebûye, çi li ser astê ewlehî, çi aborî an debara jiyanê be, û dê çareseriyek berdewam tine be ji bilî di riya pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û veguhestina demokratîk re.
Berekat amaje bi wê yekê jî kir ku derengmana cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, bûye sedema bi sed hezaran qurbanî û bêwarbûna bi milyonan, çi koçber bin an derbider bin, û sûriya kirine meydana bazirganiya madeyên hişbir û şerên dewletan bi destê sûriyan.
Berekat tekezî li ser giringiya aktîvkirina proseya siyasî kir û neçarkirina rêjîmê li ser ku bi awayekî tam beşdarîyê tê de bike di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de li Cinêvê ji bo cîbicîkirina biryara 2254 û destpêkirina pêngavên veguhestina siyasî yên di biryarnameyê de hatine diyarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî