Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra tekez kir ku divê cihên xwendinê bibin penagehên ewle ji zarok, xwendekar û karmendên xwendinê re, û nehêlin êrîşên dubare yên hêzên rêjîmê li dijî jêrxana xwendinê pêk werin.
Ev yek hat bi boneya roja cîhanî ya parastina perwerdeyê ji êrîşan. Û El-Behra bal kişand ser wê yekê ku êrîşên rêjîma Esed û hevkarên wê di salên borî de jêrxane wêran kirin û şert û mercên dijwar û zehmetiyên mezin ji preosesa perwerdeyê re çêkirin, û dît ku Rêjîm bi van reftarên bi mebest dixwaze aramiya deverên rizgarkirî têk bide.
El-Behra tekez kir ku pêwîst e li gel parastina perwerdeyê, welatên bexşkar piştgiriya xwe ji proseya xwendinê re li navçeyên rizgarkirî zêdetir bikin, piştî ku wan deveran karîne dest bi xebatên geşepêdanê bikin û di rewşên zordarî ya awarte de dest bi pêşketinê bikin.
Di heman demê de, Berevaniya Sivîl a Sûriyê diyar kir ku êrîşên Rêjîmê û Rûsiya li ser navendên xwendinê û dibistanan û li dijî paşeroja nifşên paşerojê hîn berdewam in, û got ku rêjîma Esed û Rûsiya dest bi bikaranîna çekên hûrbîntir ji bo kuştinê kirine û nahêlin sivîl ewle bimînin.
Berevaniya Sivîl amarên êrîşên hêzên Rêjîmê û Rûsyayê li ser dibistanên bakurê rojavayê Sûriyê ji sala 2019an heta 7ê Îlona 2024an belav kirin. Amaran diyar kir ku hêzên rêjîmê û Rûsyayê di heyama diyarkirî de 170 êrîş li ser dibistanan pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî