Hevrêzkarê Girûpa Karê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, bi tundî daxuyaniyên serokê Partiya Hêzên Libnanî Semîr Ce’hCe’h ku tê de îdia kiribû ku êdî Sûriyên penaber ên ku tûşî metirsiyê bibin dema vegerin Sûriyê nemane, şermezar kirin.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku ev daxuyanî metirsî ye ji jiyana bi sed hezaran penaberên Sûriyê yên ku hîn li Libnanê ne re, li gorî zanyariyên sazîyên Netewên Yekbûyî yên girêdayî Sûriyê, yên li cem Hevbendiya Niştimanî hene, û amaje bi wê yekê kir ku ew derî-vedikin e ji bo rewakirina kampanyayên dersînorkirina bi darê zorê ku dibe sedema girtin û îşkencekirin an jî mirina bi destê rejîmê.
Bekûra bal kişand ser wê yekê ku îdiaya ku hemû rikberên Sûriyê hatine jinavbirin an jî koçberkirin, xapandin e ji raya giştî re û binpêkirinên berdewam ên li dijî penaberan rewa dike, û tekez kir ku armanckirina penaberên opozîsyona Sûriyê li Libnanê di salên borî de ranewestiyaye.
Her weha tekez kir ku çareserî bi binpêkirina mafên penaberên sûrî pêk nayê, lê bi çareseriyeke siyasî ya rasteqîn û berfireh li Sûriyê tê, ya vegera ewle û bi dilxwazî ya penaberan garantî dike, ji ber ku Netewên Yekbûyî û saziyên wê gelek caran piştrast kirine ku Sûriyê di şert û mercên heyî de ji bo vegera penaberan ne welatekî ewle ye.
Bekûra diyar kir ku her kesê ku beşdarî di xistina penaberên Sûrî di nava metirsiyê de kiriye yan jî piştgiriya dersînorkirina wan bi darê zorê dike, “berpirsiyariya hevpar” hildigir e, di ber tawanên li dijî mirovahiyê de yên ku bi bûrîna demê re yayên lêbûrînkirin, û da zanîn ku her kiryarek ji aliyê her kesekî ve li Libnanê ku bihêle Sûriyek dersînor bibe û biçe cihê ku ew rastî îşkence, girtin an jî mirinê bibe, dihêle ku libnanî berpirsiyar be di ber vî sûcî de.
Bekûra got ku em dixwazin bi bîr bînin ku Peymana Dijatiya Îşkenceyê ya ku Libnanê pesend kiriye, veger an sirgûnkirina her kesekî ji bo welatekî ku li wir têkeve bin metirsiya îşkence û serederiya xerab de, bi tundî qedexe dike. Û dît ku Peymana Cîhanî ya Mafên Mirov û rêkeftinên navneteweyî yên din, parastina penaberan ferz dikin, û her kiryarên têkildarî dersînorkirina bi darê zorê wek sûc dibîne, ku divê hemû alî van qanûnên navneteweyî bicîh bînin da ku parastina mafên mirovan misoger bikin.
Bekûra anî ziman ku rola saziyên mafên mirovan di belgekirina van binpêkirinan de bingehîn e, û tekezî li ser giringiya radestkirina tawankaran bo dadgehên navdewletî kir.
Bekûra tekez kir ku daxuyaniyên Ce’hce’h rastiya trajîk a ku penaberên sûrî li Libnanê dijîn piştguh dike, û dibe sedem ku kîn û binpêkirina mafên mirovan peyda bibe, û tekez kir ku çênabe Sûriyan bikin sedema qeyrana abûrî ya Libnanê, ji ber ku ew reva ji berpirsyariyê û rûberûbûna sedemên rastî ye, û tekezî li ser giringiya dîtina çareseriyên mirovî yên ku rêzê li mafên mirovan û rûmeta wan digire kir, li şûna ku berê xwe bidin gotgotên kolanan ên xeternak ên ku mafên penaberan binpê dikin.
Bekûra di dawiya daxuyaniya xwe de got ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dê berdewam be di hewlên xwe yên ji bo parastina mafên penaberên Sûriyê li Libnanê de û her kesê berpirsyar di ber pêkanîna tawan û binpêkirinan li dijî wan, dê hesab jê bê xwestin, û tekez kir ku ev tawan bi bûrîna demê re nayên efûkirin û dê berpirsên wan radestî dadweriya navdewletî bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî